Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Şirnexê 2 sal in bi hinceta “ewlekariyê” dar tên birîn. Cerdevanek têkildarî birîna wan daran axiviye.
Cerdevan destnîşan kiriye û gotiye:
- Di warê ewlehiyê de tu pirsgirêk nîne. Li wir herêm û baregehên leşkerî hene. Ew ewlehiyê saz dike.
- Hûn her roj daxwaza 4-5 qamyon dara bikin em nikarin bişînin. Ji ber ku dar kêm bûye.
- Heger te mehek berê bigota me dikarî 20-30 kamyon bişanda.
- Di van du-sê salên dawî de ji ber operasyona(Pençe) ya li dijî terorê birîna daran hê zêdetir bûye.
Piştî ku dîmenên birîna daran ku ev nêzî 2 sal in bi taybetî li herêma Besta ya Şirnexê didomin, li ser Google Earthê xûya bûne, ji Ajansa Mezopotamyayê Azad Altay û Ahmet Kanbal vê carê jî gihîştine qeyda telefonê ya bazariya daran.
Di qeyda telefonê de darfiroşek, cerdevanê ku birîna daran organîzek dike û mixtarê bi navê B.B. diaxivin.
Di axaftinê de agahiyên wekî kêmbûna leza birîna daran li gorî mehên berê, toneke daran çiqas e û ber bi kîjan rêyan ve tên şandin hene.
Yek ji diyalogên di nava axavtinê de weha ye:
- B.B.: Me îro dar bar nekirin. Duh 3 kamyonên me hatin barkirin. Me ji bo Riha û Mereşê şandin. Bi rastî jî îro qet barekî me tune bû. Ango li qadê di depoyê de qet dar nemane. Pir kêm tên. Ji ber ku darbir kêm bûne lewma kêm tên. Lê belê heke em lihev bikin, em bazariya xwe bikin û pêk bên, em ê bikarin bo we li vê derê peyda bikin. Heke ajokarê kamyonê were vê derê, em ê bar bikin, fîşê wî bibirin û ji we re bişînin.
-Êzingvan.: Em ê niha çawa bikin?
-B.B.: Hûn niha li wê derê bi çiqasî dikirin?
- Êzingvan.: Li vê derê hema bêje di navbera 700 û hezar lîreyan de tê û diçe.
- B.B.: Bêyî veguhestinê. Wê demê bi 700î tê. Wileh heke bo we bi 700î tê, wê demê hûn pir erzanî dikirin. Rexê me hîn bihatir e. Niha ez tînim Mereşê. Li wir vala dikim. Her tişt li ser min e. Li wir serê tonê bi hezar û 750 TLan difiroşim.
- Êzingvan.: Tevî veguhestinê ne wisa?
- B.B.: Belê, her tişt di nav de ye. Xwe têkilî ti tiştekî nakin. Her tişt aydê min e. Ez kamyona xwe digirim. Bar dikim. Baca wê didim. Pereyê barkirinê didim. Pereyê fîşî didim. Her tişt aydê min e. Dişînim û li Mereşê vala dikim. Piştre jî hezar û 750 TLan dişînin hesaba min. Anku bi vî awayî ye.(TY/AY)