Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Karesatên Dewletê ya hikûmeta demkî ya Talîbanê Muhammed Nesîm Heqanî derbarê lehiyên li Afganîstanê de daxuyanî daye.
Hakkanî ragihandiye ku di lehiya di 3 rojên dawî de li herêmên Zabul û Kandaharê yên li başûrê welêt rabûye de 18 kes mirine.
Li gorî daxuyaniya berdevkê wezaretê, ji ber lehiyên ku di meha dawî de rabûye de 120 kes mirine û 152 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Hakkanî diyar kiriye ku di lehiyê de gelek pire hilweşiyane û di meha dawî de 3 hezar xaniyên ku di bin avê de mane jî zirar dîtine.
Pakistan: Li Belûçistanê 136 kes mirine
Li eyaleta Belûcistana Pakîstanê jî ku ji meha Hezîranê vir ve barana mûsonê lê bi bandor bûye, windahiyên can û ziyanan zêde dibin.
Li gorî daxuyaniya ku îro (1ê Tebaxê) ji aliyê Rêveberiya Karesatên Bajarê Belûcistanê ve hatiy dayîn, ji ber lehî û barana zêde 136 kes mirine û 70 kes jî birîndar bûne. Li Belûcistanê ji ber barana ku dewam dike û lehiyê 13 hezar û 535 xanî zirar dîtine.(SD/AY)