Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di serî de li welatên Behra Spî û piranî jî li Ewropayê pêla germê dewam dike. Bi pêla germê re agir bi daristanan ketiye û li Fransayê û Fasê ev hefteyeke daristan dişewitin.
Li gorî Ajansa Anadolûyê ji BFMTVyê ragihandiye, li başur û rojavayê Fransayê, li Girondeyê ji 12ê Tîrmehê û vir ve li sê cihan agir bi daristanê ketiye û ev agir dewam dike. Ji ber vî agirî 14 hezar û 900 kesî koç kiriye.
Ji destpêka agirpêketinê heta niha 31 hezar û 100 kesî koç kiriye. Rêveberiya Bexçeyê Ajalan ê Arcachonê gotiye ku ji ber belavbûna agirî, ew ê di demeke kurt de ajalan ji wir bar bikin.
Hezar û 700 vekujer ji bo agirî vemirînin dixebitin.
Çav li rê ye ku li Girondeyê pileya germahiyê bibe 44. Saziya Meteorolojiyê ya Fransayê, Gironde jî tê de ji bo 15 herêman, ji ber germahiya zêde “alarma sor” daye. Li 69 herêman jî “alarma pirteqalî” daye.
Fas
Li bakurê Fasê jî agirê ku beriya niha bi şeş rojan bi daristanê ketibû, hina dewam dike. Li gorî texmînan, agirî ziyan daye bi qasî 6 hezar û 600 hektar daristanê.
Ajansa Av û Daristanan a Netewî ya Fasê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku li El-Araîş, Vezzan, Taza, Tatvan û Şafşavanê xebatên vemirandina agirî dewam dike û agirê li sê herêman hatine kontrolkirin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji bo agir bi gundên derûdorê nekeve û jiyana niştecihên herêmê nekeve bin xetereyê, wan 20 gund vala kirine.
Li Fasê ji sedî 12ê xaka welêt, daristan in. Her sal li welêt agir bi daristanan dikeve û îsal nêzîkî 164 caran agir bi daristanan ketiye. (SD/FD)