* Fotograf: Şaredarê Bajarê Mezin ê Mûglayê Osman Gurun
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li derûdora Radarê ya Taxa Mesûdiyeyê ya Datçayê, navçeya Mûglayê agir bi daristanê ketiye. Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mûglayê û yên Midûriyeta Herêmî ya Daristanan a Mûglayê ji rêya bejayî û ya asmanî midaxeleyê li agirî dikin.
Ji ber bayê agir di demeke kurt de belav bûye. Ji ber agirî, rêya di navbera Datça-Mesûdiye-Palamutbukuyê ji çûn û hatinê re hatiye girtin. Li hinek deveran ceyran çûye.
Şaredarê Bajarê Mezin û Mûglayê Osman Gurunî, li ser hesabê xwe yê Twitterê mesajek weşandiye û gotiye ku midaxele ji rêya bejayî û asmanî dewam dike.
Welatî jî bi tankêrên avê beşdarî xebatên vemirandina agirî dibin.
Walîtî: Hemû derfet tên bikaranîn
Walîtiya Mûglayê jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ji ber bayê xurt, agir belav bûye: “Ji bo agir di demeke kurt de bê kontrolkirin, hemû derfet tên bikaranîn. Gelek ekîbên bejayî û asmanî me şandine herêmê. Ekîbên me ji bo cih û waran ji şewatê biparêzin, tedbîran distînin.”
Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanan Veysel Tiryakiyî jî derbarê agirî de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye. Tiryakiyî diyar kiriye ku bi 7 belafir, 14 helîkopter, 75 jê arazoz, li ser hev bi 96 wesayitên karî û 400 kesî ew ji bo vemirandina agirî kar dikin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçiyî heta niha ti daxuyanî nedaye lê li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê wê biçe herêmê. (TY/FD)