Rêxistinên ekolojîk: “Îlîç Çernobîla Tirkiyeyê ye”
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên ekolojîk, ji ber vê rewşê, li Qada Kadikoyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di dema civînê de ekolojîstan sloganên mîna “Ji Îlîçê siyanur ber bi Feratê ve diherike”, “Rant rant heta ku? Qediya heta vir”, “Em li vir in û em ê xwezayê biparêzin”, “Edalet ji bo xwezayê, edalet ji bo jiyanê, edalet ji bo îklîmê”, berz kirin.
“Ji ber polîtîkayên hikûmetê ev tişt dibin”
Li ser navê çalakvanan, Husnuye Golbaşiyê metna ku hatiye amadekirin xwendiye û gotiye ku ji ber rewşa li Îlîçê, “mirin” diherike ber bi Kortala Mezopotamyayê:
“Digel ku rêxistinên ekolojiyê bi salan e têdikoşin, Mezopotamya, dergûşa şaristaniyan neçarî jehrbûnê dikin. Bi israr, bi siyanurê, metalên giran ên ku siyanurê wan dimehîne tên fetisandin. Herikîna ji hawizê bermahiyan pêk tê, di du mehên dawiyê de bûye asayî. Tişta ku li Kanaya Zêran a Çoplerê pêk hatiye ne qeza ye, êrîşa li ser xweza û jiyanê ye.”
Golbaşiyê diyar kir ku li çarhawirdorên Tirkiyeyê kana dibin sedema ziyandana derdorê û desthilatdariya heyî jî weke berpirsiyarê vê ziyandanê nîşan da.
Rêxistinên beşdarî çalakiyê bûn, daxwazên xwe jî aşkere kirin û gotin ku bila Kanaya Zêran a Çoplerê were girtin.
Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Platforma Xwezayê ya Kemaliye û Gundên wê, Komeleya Çandê ya Dîvrîgiyê, Platforma Jiyan û Xwezayê ya Dîvrigiyê, Platforma Xwezayê ya Bakirtepeyê, Platforma Xwezayê ya Meletiyê, Komeleya Xwezayê ya Mûnzûrê, Yekîtiya Ekolojiyê. (FT/TY/FD)
Li “Laleşa Piçûk" Bozanê Çarşema Sor: Bîr û berdewamî
Li Mûsilê gundê di bin ava bendavê de mabû, bi hişkesaliyê re derket holê
Kevneşopiya 200 salî ya hilberîna xwê li gundê Xwelînê a Silêmaniyê didome
SERÊ SALÊ
Li Dêrikê jinan behsa kevneşopiya Serê Salê kir: Em hewl didin ku kevneşopiyê berdewam bikin
“Rewşa wê her diçe nebaştir dibe, dibêje ez ê li vir bimrim”