Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Derdor, Bajarvanî û Guhertina Îklîmê di sala 2021ê de bêyî ku rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) bixwaze, li Şirnexê destûra vekirina kanayên madenan ji bo 20 herêman dabû. Li gorî vê destûrê wê şîrket bikaribin li navenda Şirnexê, li navçeya Cizîr, Qilaban, Hezex, Bêşebap û Silopyayê kanayan vekin.
Yek ji van herêman jî Gundikremo ye ku zêdetirî 30 sal in bi mahneya “ewlehiyê” ketin û derketin bi destûrê pêk tê.
Tê xwestin ku li gund, li devereke fireh “Kanaya Komirê û Tesîsa Şikandin-Neqandinê” vekin û ji bo vê jî 2 milyon TLyî wê mesref bikin.
Kesê li ser vê şîrketa madenê ye, Suleyman Bolûnmez e ku demeke Parlamenterê Mêrdînê yê serbixwe bû û niha jî nêzîkî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye.
“Suleyman Bolunmez û hevalbendên wî”
Gundiyan li dijî vê rewşê li ber Walîtiya Şirnexê çalakiyek pêk anîn û civîneke çapemeniyê li dar xistin. Parêzer û gundiyên ku gundê wan hatiye şewitandin û bûne koçber, beşdarî vê çalakiyê bûn.
Di dema çalakiyê de gundiyan pankart hildane ku li ser wan nivîsên, “Ji bo em xwedî li gundê xwe yê kal û pîrên me ji me re hiştine derkevin, em li vir in”, “Divê hêza edaletê hebe, kesê bihêz jî adil be” û “Suleyman Bolunmez û hevalbendên wî: Destê xwe yê qirêj ji ser gundê me yê ji kal û pîrên me ji me re maye, bikişîne” hatine nivîsîn.
Parêzerên gundiyan Abdurrahman Karabûlût û Atîlla Kartî, li dijî talankirina gundî, serî li Encumena Dewletê û Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê dane û doz vekirine. (TY/FD)