Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Rapora Nirxandina Kûrewî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) ku di 26ê Nîsanê de weşiya ye, di 12 salên dawî de her sal 350-500 karesatên mezin û navend pêk hatiye.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku hejmara karesatan dibe ku heta sala 2030î derkeve 560an ev jî rojane dike 1,5 buyerên karesatê.
'Cîhan wêrankirina xwe fînanse dike'
Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna J. Mûhammed li ser raporê ev nirxandin kiriye: "Divê em kêfxweşiya xwe ya kolektîf veguherînin tevgerê. Ji ber ku em ji bo pêkanîna armancên pêşketina domdar li her derê ji bo her kesî dixebitin, em dikarin rêjeya karesatên ku dikare pêşî lê bê girtin jî kêm bikin."
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Kêmkirina Rîska Karesata û Seroka UNDRRê Mamî Mizûtorîyê gotiye, "Cîhana ku bi zanebûn rîskan piştguh dike û nekare tevlî pêvajoya biryardayînê bibe, bi awayekî aktîf hilweşandina xwe fînanse dike." (TY/AY)