Nexşe: AFAD
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku li Ûrlayê, navçeya Îzmîrê bi pileya 5,1ê erd hejiyaye. Erdhej li gorî saeta herêmî di 07.00ê de bûye.
Navenda erdhejê 56,18 kîlometre dûrî Ûrlayê ye û 3.97 kîlometre di bin erdê de bûye.
Li gorî daxuyaniya Resextaneya Kandilliyê mezinahiya erdhejê 5,3 ye û 4,8 kîlometre di bin erdê de ye.
Piştî wê jî erd hejiyaye
Piştî ya yekem bi 9 deqîqeyan, erdhejeke din bi pileya 4.3yê bûye. AFADê diyar kiriye ku ya duyem 57,22 kîlometre dûrî Ûrlayê ye û 7,16 kîlometre di bin erdê de ye.
Bandora erdhejê li Manîsa û Aydinê jî bûye. AFADê diyar kiriye ku heta niha ji bo “rewşeke neyênî” ti zanyarî negihiştiye ber destê wa.
“Ziyan nîne”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê, Tûnç Soyerî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku heta niha ti ziyan pêk nehatiye.
Waliyê Îzmîrê, Selîm Koşgerî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku heta niha ti rewşeke neyênî nîne. (TP/FD)