Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya 26em Konferansa Aliyên Peymana Çarçoveya Guhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekgirtî (COP26) dewam dike û serokên dewletan li vir diaxivin. Di heman demê de milyonek kesî metneke hevbeş îmze kiriye û bang li serokan kiriye.
Çalakvanên îklîmê, Vanessa Nakate, Dominika Lasota, Mitzi Jonelle Tan û Greta Thunberê metna navborî nivîsandiye.
Ciwanan gotiye ku dinya gelekî dûrî hedefa yek û nîv pîleyê ye û digel vê wî hikûmet krîzê bi lez dikin, bi milyon dolaran sotemeniyên fosîlî xerc dikin.
Çalakvanan diyar kiriye, “Her ku gerstêrka me hilweşiya wê bi milyonan mirov êşê bikişînin” û ji hikûmetan xwestine ku krîza îklîmê demildest qebûl bikin û dest bi liv û tevgerê bikin.
5 daxwazên wan hene
- Yekser û bi rengekî cidî salane emîsyonê kêm bikin û bikin ku hedefa we ya pîleyek û nîv °Cyê zindî bimîne.
- Hemû razemeniyên sotemeniya folîsî, subvansiyonan û projeyên nû demildest bidawî bikin û li yên nû negerin û wan dernexin.
- Ji bo îndeksên mezaxtinê, xelekên peydakirinê, hewazaniya navnetewhi û barkêşiya deryayî û şewitandina biyokutleyê, hemû emîsyonan biweşînin û mihasebeya karbonê ya ‘afîrîner’ bidawî bikin.
- Ji bo karesatên îklîmê 100 milyar dolarê ku tevlî fonên din ê soza vê dane, radestî welatên herî bêberevanî bikin.
- Polîtîkayên îklîmê yên xebatkaran û kesên herî bêberevanî diparêzin û hemû newekheviyan ji holê radikin, bicih bikin.
Derbarê COP26ê de
Bi mazûbaniya Ingilistanê û li Glasgowa Skotlandê pêk tê. 31ê Çiriya Pêşiyê bi axavtinên vekirinê destpê kir.
120 serokên welatan û bi deh hezaran kes ji seranserê cîhanê beşdarî konferansê dibin. Roja 12ê Çiriya Paşiyê wê bidawî bibe. (TP/FD)