Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li bajarê Glasgowa Skoçyayê, ku di 1ê Çiriya Paşiyê de wê konferansa guhertina îklîmê COP26 ya Neteweyên Yekbûyî wê destpê bike. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û zêdeyî 60 rojnamegerên hawirdorparêz ên ji 34 neteweyên cuda, pêş lûtkeyê bang li hukumetan kirine ku rêz li mafê nûçe çêkirinê bigirin.
Ev rojnamegerên ku ji her derê cîhanê û ji her cure medyayê tên û xwedî her cure rabirdû û nêrînên siyasî ne, ji bo îmzekirina bangekî bi sernava “Rewşa lezgînî ya îklîmê, rewşa lezgînî ya rojnamegeriyê” tevlî RSFê bûne.
Rojnamegeran ji hikûmetan xwestine ku bi fermî qebûl bikin ku mafê wergertina agahiyan derbarê van mijaran de, di xwezaya mafê tenduristiyê û hawirdorekî bi tendurist de ye.
- Di nav rojnamegerên ku danezan îmze kirine de Gaëlle Borgia, xwediyê Xelata Pulitzer a 2020an ku navenda wê li Madagaskarê ye, Pisporê pîşesaziya xorakê Morgan Large ku ji Fransayê, Grigory Pasko, xwediyê xelata Azadiya Çapemeniyê ya RSFê û xwediyê xelata Sakharov ya 2002an, ji Hindistanê Soulik Dutta, ji Başûrê Afrîkayê Khadija Şerîfe ku sûcên hawirdorê lêkolîn dike û ji DRCê Lucien Kosha, ji bîanetê Tansû Pîşkîn û Pinar Tarcan hene.
21 rojnamegerên hawirdorparêz hatine kuştin
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku her çiqas mafê nûçe çêkirinê yê têkildarî mijarên hawirdorê di sala 1992an de li Rîo de Janerîroyê di Lûtkeya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî de weke prensîb hatibe tesîskirin jî ji mafî re hê jî rê nayê girtin.
Di nava 20 salên dawî de herî kêm 21 rojnameger ji ber metirsiyên têkildarî mijarên hawirdorê hatine kuştin.
RSF û rojnamegerên ku danezana bangkirinê îmze kirine di heman demê de ji bo bi awayekî berbiçav hiqûqa navneteweyî were pêkanîn jî bang kirin e.
Metna Danezanê:
Rewşa lezgînî ya îklîmê, rewşa lezgînî ya rojnamgeriyê
Êdî pêkanîna mafê ragihandina pirsgirêkên hawirdorê girînge û jiyanî ye.
Em weke rojnamegerên ku derbarê mijarên îklîmê û hawirdora tevahî parzemînan de şarezane û Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Em bangeke cidî li hemû welatên di 1ê Çiriya Paşiyê de beşdarî 26emîn Konferansa Aliyan ya Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) dibin, dikin.
Li gorî prensîba 10em a danezana ku di sala 1992an de di "Lûtkeya Cîhanê" ya Neteweyên Yekbûyî ya li Rîo de Janeîro de hatibû weşandin, “Her kes xwediyê mafe ku wê bikaribe xwe bigihîne agahiyên têkildarî hawirdorê yên di destê dezgehên dewletê de ne.”
Lê piştî 30 salan mixabin hê jî ev prensîb nebûye rastiyeke şênber.
Her weha gihîştina me ya gelek sazî ango herêman bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Hin ji me bi pêvajoyên dadgehî yên kêfî rê rû bi rû dibe û dema em neyên kuştin jî dibin hedefa gef, çavtirsandin û heta êrîşên fîzîkî.
Li tevahiya cîhanê di deh salên dawî de, herî kêm 21 hevalên me yên rojnameger ji ber lêkolînên li ser mijarên hesas ên mîna madenên neqanûnî, birîna daran, xespkirina erazî û qirêjiya pîşesaziyê hatine kuştin.
Her wiha nêzî 30 rojnameger jî hatin girtin. Ji sedî 75 ê van binpêkirinan, piştî îmzekirina Peymana Parîsê di dawiya sala 2015an de rû dan. Rewşa me jî weke ya hawirdor û îklîma ku em diparêzin bi awayekî metirsîdar berbi xerabiyê ve diçe.
Em îro astengkirina mafê me yê agahidayînê yên têkildarî van mijaran şermezar dikin ku ji bo hemû mirovahiyê girîng e
Pêdiviyeka lezgîn e ku hikûmet rola medyayê ya di parastina jîngehê û têkoşîna li dijî guherîna îklîmê de li ber çavan bigirin.
Nûçeyên me yên lêkolînê balê dikişînin ser gefên li dijî gerstêrka ku em bi hev re li ser dijîn û ji bo aktorên eleqedar tevgerên xwe biguhere dibe alîkar.
Dema ku bi awayekî rast were agahdarkirin, gel dikare li dijî tehdîda îklîmê ya ku di dîroka mirovahiyê de bêhempa ye baştir têbikoşe. Û bi vî awayî hikûmet dikarin berpirsyarîyên xwe baştir hilgirin ser xwe.
Em ji hikûmetan dixwazin ku bi fermî qebûl bikin ku mafê wergertina agahiyan derbarê van mijaran de, di xwezaya mafê tenduristiyê û hawirdorekî bi tendurist de ye.
Her wiha em bang dikin ku qanûnên navneteweyî yên derbarê parastina rojnamegeran de bi awayekî şênber were pêkanîn da ku gefên li ser rojnamegerên herî bêewle zêde dibin bi dawî bibin.
Li gorî biryara 2222em a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku di sala 2015an de hatibû qebûlkirin, em bang li hikûmetan dikin ku li dijî bêcezahiştina sûcên tûndkariyê yên li hemberî rojnamevanan di sîstemên dadgeriyê de têbikoşin.
Her wiha divê şertekî zelaliyê ji bo hikûmet û sektora taybet jî were sepandin. Divê berjewendiya hevpar li ser berjewendiyên aborî û serweriyê be.
Tenê gerstêrkekî me heye. Pir girîng e ku her kes ji bo ku em mafê xwe yê agahîdayinê bê gef û bê astengî bi kar bînin, karê xwe bikin.
Kesên ku danezan îmze kirine ev in:
1 Özer AKDEMİR, Türkiye
2 Arlis ALIKAJ, Arnavutluk
3 Melis ALPHAN, Türkiye
4 Enkhzaya BAASANJAV, Moğolistan
5 Nathalie BERTRAMS, Almanya
6 Gaëlle BORGIA, Madagaskar
7 Martin BOUDOT, Fransa
8 Kátia BREZİLYA, Brezilya
9 Eliane BRUM, Brezilya
10 Marcelo CANELLAS, Brezilya
11 Andrei CIURCANU, Romanya
12 Lilia CURCHI, Moldova
13 Angelina DAVYDOVA, Rusya
14 Sheila DEBONIS, Amerika Birleşik Devletleri
15 Vanina DELMAS, Fransa
16 Soumik DUTTA, Hindistan
17 Thomas FISCHERMANN, Almanya
18 Emmanuel GAGNIER, Fransa
19 Atokhon GANIEV, Tacikistan
20 Ingrid GERCAMA, Hollanda
21 John GROBLER, Namibya
22 Amina JABLOUN, Tunus
23 Burcu KARAKAŞ, Türkiye
24 Guido KOPPES, Hollanda
25 Lucien KOSHA, Demokratik Kongo Cumhuriyeti
26 Margaux LACROUX, Fransa
27 Morgan BÜYÜK, Fransa
28 Nelly LUNA, Peru
29 Lazaro MABUNDA, Mozambik
30 Fiona MACLEOD, Güney Afrika
31 Konstantina MALTEPIOTI, Yunanistan
32 Eduardo MILITAO, Brezilya
33 Sayana MONGUSH, Rusya
34 Gela MTIVLISHVILI, Gürcistan
35 Zuza NAZARUK, Hollanda
36 Alex NEDEA, Romanya
37 Vadim NEE, Kazakistan
38 Alexandre NHAMPOSSA, Mozambik
39 Mariam NIKURADZE, Gürcistan
40 Anne Sophie ROMAN, Fransa
41 Elena NOVIKOVA, Kazakistan
42 Hazal OCAK, Türkiye
43 Marie PARVEX, İsviçre
44 Grigory PASKO, Rusya (sürgün)
45 Anastasia PAVLENKO, Özbekistan
46 Tansu PİŞKIN, Türkiye
47 Guillaume PITRON, Fransa
48 David QUINTANA, Nikaragua
49 Anna Bianca ROACH, Amerika Birleşik Devletleri
50 Sofya RUSOVA, Rusya
51 Leonardo SAKAMOTO, Brezilya
52 Hélène SERVEL, Fransa
53 Khadija SHARIFE, Güney Afrika
54 Khaled SULAIMAN, Kanada/Irak
55 Pınar TARCAN, Türkiye
56 André TRIGUEIRO, Brezilya
57 Tomasz ULANOWSKI, Polonya
58 Estacio VALOI, Mozambik
59 Jonathan WATT, Birleşik Krallık
60 Tehmine YENOQYAN, Ermenistan
61 Ning YEN, Tayvan
62 AFAQ ÇEVRE DERGİSİ - MAAN GELİŞTİRME MERKEZİ, Filistin personeli
63 REPORTERRE personeli, Fransa.
(PT/AY)