* Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Emîn Bîrpinar, Alîkarê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê gotiye ku ji ber germahiya cîhanî, caretta carettayan rêya xwe guhertiye.
Bîrpinarî wiha dewam kiriye: “Ger em vê germbûnê nedin sekinandin, wê çaxê dê hin hin cûreyên din werin vin. Wê cûreyên li vir biqelihînin.”
Bîrpinarî bi Ajansa Anadolûyê re axiviye û gotiye, Plaja Iztûzû ya li Taxa Dalyanê ya navçeya Ortacaya Mûglayê weke Herêma Parastinê ya Jîngehê ya Taybet hatiye diyarkirin ku ev der yek ji cihên caretta caretta lê dijîn e. Mehmet Emîn Bîrpinarî destnîşan kiriye ku bi ti şêweyî destûra çêkirina avahiyan nayê dayîn.
Caretta caretta hêkên xwe li wir dikin
Bîrpinarî di dewama axavtina xwe de gotiye ku ji bo kîsoyên behran bikaribin bijîn, divê behr paqij bin:
“Ji dua oksîjenên ku em distînin yek jî ji daristanan yek jî ji behran tê. Tenduristiya behran ne tenê bi negemarkirinê ve girêdayî ye, bi berdewamiya parastina rewşa heyî, jiyaneke domdar û habîtatekî re têkildar e. Lewre ev ajal yek ji cûreyên herî girîng ên behrê ne. Qirbûna wan wê were wateya qirbûna cûreyên din. Caretta caretta her sal tên Plaja Iztûzûyê û li vir hêkan dikin.”
Mehmet Emîn Bîrpinarî her weha destnîşan kiriye ku ji bo daneyên zanistî kom bikin ew kelûpelên şopandina bi peykan li kîsoyên behran bar dikin:
“Em van ji bo kêfê li wan bar nakin. Me îsal 10 amûr bi wan ve vekirin. Par jî me 10 amûr bi wan ve vekiribûn. Me li Patarayê projeyek çêkiribû. Me Belkiz şandibû behrê. Em li tevgerên vê ajalê dinêrin. Li Habîtata xwe diçe ku, çi dike, çiqasî dikare bêhna xwe bistîne an jî li gorî germaya avê çawa tevdigere.
“Me du sal berê kîsoyek bi navê ‘Tûba” bera behrê da, ew çû behra Adriyatîkê. Di rewşên asayî de diviyabû ku ewqas neçe bakur. Heta hinek hebûn çûn Çanakkaleyê. Yanî li gorî nêrîna me ‘ew diçin avên sar’. Lê ew av germ dibin. Ew jî dide xuyakirin ku Behra Spî germ dibe, ji ber germbûna gerdûnî germahiya behrê jî zêde dibe. Ger em vê germahiyê asteng nekin wê hin cûreyên din jî werin vir. Wê cûreyên li vir qir bikin.” (TP/FD)