Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navnetewî (IFRC) rapora xwe ya têkildarî bandorên Covîd-19ê û guherîna îklîmê belav kiriye.
IFRCyê di raporê de destnîşan kiriye ku şewba Covîd-19ê, civakan li dijî krîza îklîmê zêdetir bêparastin dike.
Li gorî raporê di destpêkê şewba Covîd-19ê heta niha karesatên ku di encama guherîna îklîmê de pêk hatiye, 139,2 mîlyon kes bandor kiriye. Her weha bûye sedema mirina 17 hezar û 242 kesan.
Di heman pêvajoyê de zêdetirî 681 mîlyon kes jî rûbirûyê germahiya zêde bûne.
DMO: Herî kêm 2 mîlyon kes mirine
Li gorî rapora bi navê “Atlas” ya Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê(DMO) ku ser bi Neteweyên Yekbûyiye, hejmara bûyerên hewayî yên ji ber krîza îklîmê di 50 salên dawî de pênc qat zêde bûne û her weha bûye sedeme mirina zêdetirî 2 mîlyon kesan.
Li gorî raporê di 50 salên dawî de ji karesatên xwezayî ya ku herî zêde bûye sedema mirovan hişkesalî ye.
Li cîhanê 650 hezar kes ji ber van sedeman mirine. 577 hezar ji ber ba û bahozan, 59 hezar ji ber lehiyan û 56 hezar jî ji ber germa zêde mirine.
(TP/AY)