Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo agirê bi daristana Dêrsimê ketiye mesajek weşandiye û gotiye: “Di 38an de Dêrsim ji ber çi hatibe bombekirin daristan jî bi heman sedemê tê şewitandin.”
Demîrtaş ev pênc sal in li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin û digel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Dadgeha Destûrî, Demîrtaşî tehliye nakin.
Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi rêya parêzerên xwe wiha nivîsiye: “Ne ji ber kêmasiyan e ku agirê li daristana Dêrsimê derketiye, venamirînin. Daristanên li wê herêmê ib zanebûn dişewitînin û destûrê nadin ku ti kes midaxele jî bike. Bi dehan salan e vê polîtîkayê dimeşînin ku fermî ye û bi zanebûn dikin.”
“Manavgat jî Dêrsim jî yên me ne”
“Herkes vê rastiyê dizane lê mixabin kes newêre vî tiştî bibêje. Di 38an de Dêrsim ji ber çi hatibe bombekirin daristan jî bi heman sedemê tê şewitandin.
“Dilê min tevlî yê gelê me yê Mîlas, Marmarîs û Manavgatê tevlî yê li Dêrsim, Elbak û Şemzînanê yê di karesatê de jî cidakarî li wan tê kirin diavêje. Em ê teqez dawî li van polîtîkayên cidaxwaz bînin ku welêt û gel perçe dikin. Ji bo vê herkesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin divê dest bidin hev û mil bi mil bisekinin. Manavgat çiqas ya me hemûyan be Dêrsim jî ewqas ya me hemûyan e. Heta em vê nêrînê serwer nekin em nikarin wekhevî, edalet û aştiyê bînin welatî.”
(DŞ/FD)