Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hejmara miriyên piştî lehiya li Kastamonû, Bartin û Sînopê her diçe zêdetir dibe.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) derbarê lehiya li Rojavayê Behra Reş pêk hatiye daxuyaniyek daye. Li gorî vê daxuyaniyê li Kastamonûyê 62, li Sînopê 15 û li Bartinê jî kesek miriye. Dermankirina 2 kesan li nexweşxaneyan dewam dike.
Cewrik hatine rizgarkirin
10.Bölge Müdürlüğüne bağlı Kastamonu İl Şube Müdürlüğümüz afet bölgesinde...
— Kastamonu DKMP (@Dkmp10Kastamonu) August 15, 2021
Batı Karadeniz bölgesinde yaşanan sel felaketi sonucu dere yatağının yükselmesi sebebiyle mahsur kalan sahipli yavru köpekler İl Şube Müdürlüğümüz ekiplerince kurtarıldı...@dkmpbolge10 pic.twitter.com/5VRkFeY0a2
Li Çemê Ezîneyê piştî ku di 11ê Tebaxê de baran gûr bariya û ava çem fûriya, bandor li ajalan jî kiriye.
Midûriyeta Herêma Sînopê Ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku wan ajalên ji ber lehiyê asê mane, rizgar kirine.
Midûriyetê gotiye ku wan cewrikên kûçikan ên xwediyên wan hene rizgar kirine û birine cihên ewle. (KO/FD)