Fotograf: Bilal Kahyaoglû - AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hejmara miriyên ku li Behra Reş ji ber lehiyê mirine, gihîştiye 27an. Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) aşkere kiriye ku li Kastamonûyê 25, li Sînopê jî 2 kes mirine. Li Bartinê kesê/a ku di 11ê Tebaxê de ber bi avê ve çûye, hîn nehatiye dîtin.
Piştî barana gûr li Behra Reş lehî rabûye ku bandor li Ûlûsê, navçeya Bartinê, Azdavay, Înebolû, Bozkûrt, Kure û Pinarbaşiyê, navçeyên Kastamonû û Ayancikê, navçeya Sînopê kiriye.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî ji bo lehiya ku li navçeya Bozkûrtê rabûye wiha gotibû: “Karesata herî giran a min dîtiye li vir e, em dikarin bibêjin 5 qat ji ya li Dereliyê (Gîresûn) bûye, girantir e.”
Li gorî daxuyaniya AFADê gelek kes ji wan navçeyan hatine derxistin. AFADê diyar kiriye ku li Ûlûsê, navçeya Bartinê 323 kes, li Kastamonûyê li ser hev 925 kes, li Ayancik, navçeya Sînopê jî 472 kes bi helîkopter û beleman hatine derxistin. (AÖ/FD)