Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Barana gûr li Rojavayê Behra Reş bû sedema lehiyê. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) daxuyaniyek derbarê rewşa li Kastamonû, Bartin û Sînopê de weşandiye.
AFADê di daxuyaniye xwe de gotiye ku li Kastamonûyê neh kes li ber avê çûne û mirine. Li Bartinê jî kesek winda ye.
Mûhterem Înce, Alîkarê Wezîrê Karûbarên Navxweyî wiha gotiye: “Li Bartinê 318 kes, li Kastamonûyê 210 kes, li Sînopê jî 106 kes bi helîkopter û wesayitan hatine derxistin.”
Di daxuyaniyê de wiha hatiya diyarkirin: “Walîtiyên Samsûn, Amasya, Çorûm, Çankiri, Karabuk, Gîresûn, Ordû, Tokat, Bolû, Duzce û Zongûldakê hişyar in. AFAD, Serfermandarî, Fermandariya Ewlehiya Peravan, Cenderme, 112, UMKE, midûriyeta giştî ya rêyên bejayî, DSI, rêveberiyên taybet ên bajaran, IHH û YEDAŞ beşdarî xebatên li herêmên dibin.” (EMK/FD)