Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê ev 10 roj in ku daristan dişewitin. Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Çandinî û Daristanan diyar kiriye ku hîn li 6 bajaran daristan dişewitin.
Heta niha agirê ku li 191 deveran derketiye, hatine kontrolkirin. Li Mûglayê li deverekê, li Antalyayê jî li 8 deveran daristan hîn dişewitin ku di 28ê Tîrmehê de destpê kiribû.
Mûhammet Tokat, Şaredarê Mhilasê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye:
“Agir ji Akçakayayê boriyaye û hatiye sînorê Gurcegizê. Taxa Bayirê tê valakirin. Agir li ser xetên xurt ên elektrîkê xetereyê çêdike. Heke agir bigihêje vê herêmê dibe ku elektrîka Mîlas û Bodrûmê nebe. Agir bi aliyê bakurî ber bi Santrala Termîk a Yenîkoyê ve diçe…”
Ji ber agirî her weha taxeke din a navçeya Koycegîza Mûglayê vala kirine. Agirê li daristana Taxa Aglayê destpê kiriye belav bûye. Ekîbên agirkujiyê ji asman û bejahiyê xebatên vemirandinê dewam dikin.
Ji ber ba û rê nîne, li hin deveran vemirandina agirî bi zehmetê pêk tê. (EMK/FD)