Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Rîzeyê hefteya rabirdû ji ber hezaz û lehiyê 6 kes miribûn û 2 kes jî wenda bûbûn. Piştî hefteyekê ji ber barana zêde dîsa hezaz û lehî çêbûye.
Li Arhavî, navçeya Artvînê ji duh pê ve ji ber barana zêde hezaz û lehî rabûye.
Li roja Çarşema 14ê Tîrmehê li Buyukkoy, bajaroka navçeya Çayeliya Rîzeyê û Mûradiye, bajaroka ser bi Rîzeyê ji ber barana zêde lêhî rabûbû.
Li gorî nûçeya AAyê duh di saetên êvarê de jî baranê bondor li Ardeşen û Findikliyê kiriye.
Di encama zêdebûna ava çemê ku li navenda Arhavî, navçeya Artvînê derbas dibe de gelek mal, kargeh û wesayît di bin avê de mane. Her weha welatî di avahiyan de asê mane.
Li navçeyê ceryan û înternet hatiye birîn û lehiyê avahiyek ku ser bi tesîsa santrala hîdroelektrîkê ye daye ber xwe û rûxandiye.
Li herêmê ziyan li zeviyên çandiniyê ketiye û karkerên ku di hilberîna çay de kar dikin li baxçeyan asê mane.
(TP/AY)