Fotograf: DEDEF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Gundê Sîndamê yê Mazgêrda Dêrsimê laşê 12 pezkûviyan hatiye dîtin ku nêçira wan qedexe ye.
Parêzer Bariş Yildirimî ev zanyarî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye û gotiye ku ew ê giliyê vê mijarî bikin:
“Li bajarê me mirina komî ya pezkûviyan dewam dike. Cih, Gundê Sîndamê yê Mazgêrd e. Îro laşê 12 pezkûviyan hatiye dîtin. Em ê sibê gilî bikin. Berê li gundê Cansorê yê Mazgêrdê jî mirina komî ya pezkûviyan bûbû. Me gilî kiribû.”
Fotograf: Bariş Yildirim - Twitter
Yildirimî ji bianetê re got, pezkûvî li cihên bilind dijîn û ew bi fikarin ku hejmar zêdetir be.
8 pezkûviyên din hatibûn kuştin
Di 5ê Kanûna Paşiyê de dîsa li gundê Cancorê yê Mazgêrdê laşê 8 pezkûviyan hatibû dîtin. Ti birîn li ser laşê pezkûviyan nebû.
Yildirimî got, wan mînak ji laşê pezkûviyan girtine û di encamê de derketiye holê ku parazîtek ya xedar li wan peyda bûye.
Yildirimî diyar kir ku ji ber li ser van pezkûviyan jî birîn nebûye, dibe ji ber heman tiştî miribin û wiha dewam kir:
“Li wî cihê ku laşê ajalan hatiye dîtin mirov diçin seyrangehê û zibil û tiştên ji ber wan dimînin divaêjin wir. Dema tedbîrên hewce neyên girtin parazît ji wan bermayiyan çêdibin. Genetîka ajalan ne elimîne van parazîtan û dema bi rêya mirovan li habîtatên wan peyda dibin, encamên ku mirov nikare pêşiya wê bigire derdikevin holê.” (TP/FD)