Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Norveçê ekîbên rizgarkirinê xebatên xwe yên lêgerînê li gundê bi navê Gjerdrûmê didomîne. Di nav windayan de zarok jî hene. Gundê Gjerdrûmê 25 kîlometreyan dûrî Oslo, paytexta wî welatî ye.
Heta niha li wî gundî 1000 kes hatine derxistin.
Polîsan gotiye, em ditirsin ku hinek kes di bin herî û xerabeyan de bimîne.
Roger Pettersen, berdevkê polîsan duh daxuyanî daye rojnamegeran û gotiye, “Em baş dizanin ku li herêma ku hezazê lê bandor kiriye, mirov hene.”
Her weha rayedaran destnîşan kirine ku zemîna li derdora kiraterê ya ku hezazê bi xwe re aniye, dê bi wasî ku mirov nikaribe li ser bimeşe, bêdenge ye.
Di encama hezazê de gelek xanî di bin berfê de mane, yek jê giran 10 kes birîndar bûne û 10 kes jî winda ne.(PT/AY)