Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî pirtûka Abdurrahman Onenî ya bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê – I: Agirî” çap kiriye.
Di pirtûkê de, navên mezre, gund û navçeyan yên bi tirkî û kurdî; çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd., nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya herêmê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên wî bajarî; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê hene.
Abdurrahman Onenî, di encama xebata xwe ya ji çaryek sedsalê bêhtir de, derheqê erdnîgarîya kurdan gelek agahî berhev kirine. Demeke dirêj e ew, herêm bi hêrêm li bajar, navçe, gund û mezreyan digere û nav û agahiyên van deran qeyd dike.
Onen, hetanî niha derbarê erdnîgarîya gelek bajarên kurdan de agahî dane hev. Wî ne tenê navên kurdî yên cih û waran kom kirine, di heman demê de nexşeyên hemû bajar, navçe û herêmên muhîm derxistine.
Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê
Di vê xebata erdnîgarîya Agirîyê de ev hene:1-Navên mezre, gund û navçeyên Agirîyê yên Tirkî û Kurdî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Agirîyê. 3- Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirîyê. 4- Hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agirîyê. 5- Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê.
Derbarê Abdurrahman Onenî de
Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di sala 1956an de jidayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)
Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.
Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.
Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Di encama xebatên wî de, sala 2008an pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.
Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne. (FD)