Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tîmên Şûbeya Asayîşê yên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, vê sibê bi ser mala Wekîlê Serokê Tîma Amedsporê Omer Elaldi û gelek malên malbata Elaldiyî de girtine.
Li gorî nûçeya ku di Amida Haberê de hatiye weşandin, polîsan 14 kes desteser kirine û ew birine Midûriyeta Emniyetê.
Nehatiye zanîn bê ka ji ber çi hatine desteserkirin.
Yildirim: Operasyona beriya Play offê nayê qebûlkirin
Serokê Kuluba Amedsporê Selahattîn Yildirimî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û otiye, “Beriya tîma me ya di rêya şampiyontiyê de dest bi maçên play offê bike bi du rojan, ev operasyona hatiye kirin, em wê qebûl nakin.”
Piştî du rojan maçên play offê wê destpê bikin
Amedspor di Grûpa Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de ye. Di lîgê de 60 pûanên wê hene û di rêza çaran de ye. Li gorî vê rewşê, mafê Amedsporê çêbûye ku di pêşbirka play offê de cih bigire. Amedspor wê bi tîma 24 Erzîncansporê re bilîze.
Maça di navbera herdu tîman de wê 25ê Gulanê roja Pêncşemê saet di 20.00ê de li Stada Diyarbakirê bê lîstin. (NT/FD)