Fotograf: Roza Yiğit
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Amedsporê aşkere kiriye ku qedexeya li ser alîgerên tîma wan, piştî heft salan rabûye.
Beriya niha bi heft salan Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryar dabû ku alîgerên tîma Amedsporê, di dema maçên li derveyî Amedê ango li deplasmanê tên lîstin, nikaribin bikevin stadyûmê û maçê temaşe bikin.
Amedsporê di Koma Spî ya Lîga 2yem de beşdarbûna Play-offê misoger kiriye.
Kûlûba Amedsporê daxunaiyeke nivîskî weşandiye û ragihandiye ku “Ji bo lîstika bi Menemen F.K.yê re em ê 20ê Gulanê roja Şemiyê saet di 15.00ê de bilîzin, qedexeya beşdarbûna alîgirên me nîne. Bilêtên tîma mêvan wê roja lîstikê li gîşeyan jî bên firotin. Bihayê bilêtan 40 TL ye.”
*Di pêşbirka Play-offê de her tîma carekê têk diçe, ji pêşbaziyê dikeve, heta ku tenê du tîm ji bo fînalê dimînin, pêşbirk dewam dike.
(TY/FD)