Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Pihêtkirinê ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji cezayê ku li Bûrsaporê hadibû birîn, daxistiye.
Piştî maça Bûrsaspor û Amedsporê, Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) biryar dabû ku di 9 maçan de alîgirên Bûrsasporê nikaribin bikevin maçan.
Bixwîne - Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê Bûrsaspor ceza kiriye
Lijneyê cezayê 9 maçan daxistiye 7 maçan û cezayê pereyan jî ji 329 hezar TLyî xistiye 326 hezar TLyî.
Lijneya Pihêtkirinê di biryara xwe de gotiye, “Divê giranbûna çalakiyê û cezayî hev bigirin û ji ber wê jî wan cezayê hatiye dayîn daxistiye.”
Çi bûbû?
Di 5ê Adarê de li Bûrsayê, di navbera Bûrsaspor û Amedsporê de maçeke futbolê pêk hat. Beriya wê bi rojekê, alîgirên tîma Bûrsasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn. Duh jî, beriya maçê, di dema maçê û piştî wê de futbolîst, alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî futbolîst, alîgir û rêvebirên Amedsporê kiribûn. Serokê Kulûba Amedsporê Selahattîn Yildirim bi bianetê re axivîbû û gotibû, "Di dema maçê de kêr, güle, hesin, şûşeyên avê jî di nav de komek tişt avêtin qadê, hakem bi rengekî vekirî li bende bû ku kesek bimire, bi ti rengî lîstik neda sekinandin." (ME/FD)