Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alîgirên Amedsporê, piştî êrîşên duh li Bûrsayê li dijî tîma wan pêk hat, îro li ber Balafirxaneya Amedê qafîleya Amedsporê pêşwazî kir.
Girseyeke qerebalix ji bo qafîleyê pêşwazî bike, ber bi Balafirxaneya Amedê ve kete rê. Lê polîsan destûr neda ku alîgir bi wesayitan biçin Balafirxaneyê. Alîgir jî ji wesayitên xwe peya bûn û ber bi Balafirxaneyê ve meşiyan.
Alîgirên tîma Amedsporê li ber Balafirxaneya Amedê kom bûn û qafîleya Amedsporê pêşwazî kir
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 6, 2023
Vîdeo: Roza Yiğit (@rozasiera)https://t.co/3xeTyqJXhq pic.twitter.com/klmowr83jH
Di nava girseya ku wê qafîleya Amedsporê pêşwazî bike de, Parlamenterên HDPyê Remziye Tosûn, Nûsret Maçîn, Hevserokên rêxistina bajarê Amedê yên HDPyê Gulîstan Atasoy û Zeyat Ceylan, rêvebirên rêxistina Amedê yên TKPyê jî hebûn.
Li ber balafirxaneyê, alîgiran xwest ku bikevin nava balafirxaneyê. Lê polîsan destûr neda. Alîgir jî li ber balafirxaneyê kom bûne. Di destên wan de alên Amedsporê hene û bi kurdî û tirkî sloganên, "TFF (Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê) îstîfa", "Gelê Amedê li vir e", "Amedspor ne bi tenê ye", "Silavên Kemal Pîr hene" berz dikin û strana "Diren ha Diyarbakır diren" (Amed li ber xwe bide) ya bi tirkî distirên.
Piştî tîma Amedsporê ji balafirê peya bû, xwest ku li cihê alîgir lê kom bûne bisekine, lê polîsan destûr neda otobusa ku futbolîst û rêvebirên Amedsporê li wir bisekinin. Li ser vê rewşê, otobusa tîma Amedsporê û alîgiran berê xwe dan Stadyûma Şexmûs Ozerî ya Amedsporê. Li wir wê bi beşdariya saziyên civaka sivîl civîneke çapemeniyê pêk bê.
Saziyên sivîl: Rayedaran tedbîr nestandine
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê ji bo piştgiriyê bide tîma Amedsporê civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li Tesîsên Şêxmûs Ozerî yên Amedsporê pêk hat.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê, zêdetirî 80 saziyên civaka sivîl ên Amedê ev platform amade kiriye.
Li ser navê Platformê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren metna ku hatiye amadekirin xwend. Erenî behsa bûyerên beriya maçê, dema maçê û piştî maçê kir û diyar kir ku rayedaran pêşî li van tiştan negirtine û tedbîr nestandine.
“Ev êrîş xerabî û îradeyek rêxistinkirî derxist holê”
Erenî bi bîr xist ku dema futbolîst û kadroyên teknîkê yên Amedsporê daketine qada maçê û heta ku ji stadyumê derketine, êrîşên fizîkî û devkî berdewam kiriye: “Ji kêliya ewil ya futbolîst û kadroyên teknîkê yên Amedsporê daketin qadan heta dema ku ji stadyumê derketin, rastî êrîşên fizîkî û devkî yên futbolîst, rayedarên teknîkî û alîgirên tîma Bûrsasporê hatin û her wiha bi qîrîna nefret û heqaretê hatin berzkirin. Di dema maçê de vekirina wêneyên navên sembolîk ên hêzên paramîlîter ku bi taybetî navên wan di komkûjiyên 90î de derbas bûne û her wiha wêneyê wesayîta bi navê Torosa spî xirabî û îradeyek rêxistinkirî derxist holê.”
“Encama siyaseta necezakirinê ye”
Erenî di dewama axavtina xw ede destnîşan kir ku vekirina wan tiştan sembola xerabiyeke biorganîze ye, ew dixwazin bi vê yekê atmosfereke tirsê bidin avakirin: “Em baş dizanin ku ev gefxwarin û bêsînoriya li hemberî kurdan tê kirin, encama siyaseta necezakirinê ye. Heke wezîfedarên dewletê û kesên sûcdar di salên 90î de bihatana cezakirin, îro ev encam dernediket.”
“Divê Bûrsaspor bi biryarekê, têkçûyî bê hesibandin”
Nahît Erenî xwest Bûrsaspor bi biryarekê têkçûyî bê hesibandin û got ku ji ber tevgerên nîjadperestî û cihêkar bi taybetî di dema pêşbirkê û beriya pêşbirkê de, wê li gorî rêziknameya disîplînê ya UEFAyê serî li Komîteya Etîk û Disîplînê ya UEFAyê bidin: "Gotinên nefretkirinê û sûc; Ji bilî zagona werzişê, ew ji bo prensîba wekheviyê, ku yek ji hewcedariyên nîzama civakî ya demokratîk e, xetereke girîng çêdike. Qedexekirina Nefret û Cudakariyê yek ji prensîbên bingehîn ên rejîma parastina mafên mirovan a navneteweyî ye, em vedixwînin ku sûcdaran bi lêpirsînek bi bandor û bilez ji aliyê rayedarên dadweriyê ve derbarê axaftinên nefretê û kiryarên ku di nav wan de ne, bên eşkerekirin û dadgehkirin.”
Banga Piştevaniyê
“Em hê jî şînê digirin û hewl didin bi hevgirtineke mezin birînên xwe bipêçin. Lê divê em li hêla din jî li hemberî xirabiya ku bi van bûyerên gemar têkirin, rawestin. Hewce ye rayedarên xemsariya wan di van bûyeran de heye bên cezakirin, derheqê walî û midûriyê emniyetê de lêpirsîn were destpêkirin û kesên tev li êrişan bûne bên cezakirin. Em van êriş û kiryaran şermezar dikin. Em bang li her kesê dilê xwe daye Amedsporê dikin ku 24 saetan li ser wêneyên profîla xwe yên medyaya civakî logoya Amedsporê bi kar bînin û hefteyekê alayên Amedsporê bi wesayît, mal û kargehên xwe ve daliqînin.”
Çi bûbû?
Duh li Bûrsayê, di navbera Bûrsaspor û Amedsporê de maçeke futbolê pêk hat. Beriya wê bi rojekê, alîgirên tîma Bûrsasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn. Duh jî, beriya maçê, di dema maçê û piştî wê de futbolîst, alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî futbolîst, alîgir û rêvebirên Amedsporê kiribûn. Serokê Kulûba Amedsporê Selahattîn Yildirim bi bianetê re axivîbû û gotibû, “Di dema maçê de kêr, güle, hesin, şûşeyên avê jî di nav de komek tişt avêtin qadê, hakem bi rengekî vekirî li bende bû ku kesek bimire, bi ti rengî lîstik neda sekinandin.” (RY/FD)