Fotograf: Amedspor Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî navberekê, maçên di Lîga 2yem a Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF), careke din destpê kiriye. Di Koma Spî de Amedspor û Isparta 32 Spor li Amedê hatine beramberî hev. Maç duh li Amedê hatiye lîstin û di encamê de Amedsporê, Isparta 32 Spor bi çar golan têk biriye. Li beramberî van 4 golên Amedsporê, Isparta 32 Sporê golek jî neavêtiye.
Maç li Stada Tahîr Elçiyî hatiye lîstin. Bi hezaran alîgirên Amedsporê piştgirî dane tîma xwe. Alîgirên Amedsporê ji destpêka maçê heya dawiyê tezahûratên weke “Ev der Amed e ji vir derketin nîne”, “Li ber xwe bide Amed, Amed li ber xwe bide” berz kirine.
Di deqeya 23yan de lîstikvanê Amedsporê Mehmet Gurkan Ozturk golek avêtiye û Amedspor li hemberî Isparta 32 Sporê 1-0 bi ser ketiye.
Di deqîqeya 45+1ê de yek ji lîstikvanên Amedsporê Mehmet Aladdînoglûyî gola duyan avêt û Amedspor li hember Isparta 32 Sporê 2-0 bi pêş ketiye.
Di nîva 2yan de jî Amedsporê bi lîstika xwe gelek fersendên golavêtinê bidest xistine. Di deqeya 62yan de vê carê jî lîstikvan Mansur Çalanî gol avêtiye û maç bûye 3-0. Di deqeya 69an de lîstikvanê Isparta 32 Sporê Cem Ozdemîr faûl kiriye û biryara penaltiyê hatiyee dayîn. Her wiha hekemî qerta duyem a zer daye Ozdemîrî û ew bi ji maçê avêtiye. Bi vê encamê, tîma Isparta 32 Spor 10 kes mane.
Di deqeya 89an de lîstikvanê Amedsporê Omer Bozanî bi gola penaltiyê skor kiriye 4-0.
Bi vê serkeftinê re Amedsporê pûanên xwe kiriye 37 û di lîgê de derket rêza yekem. (TY/FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya