Fotograf: Pele, Sala 1970an dema Kûpaya Mondîalê bidest xist/RTE
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Futbolîstê navdar ê Brezîlyayî Pelé di 82 saliya xwe de miriye. Pelé di jiyana xwe de sê caran Kûpaya Mondîalê hildaye û bûbû yekem sembola kurewî ya werzîşê.
Pelé di dawiya meha Çiriya Paşiyê de ji ber enfeksiyon û pençeşêra rêviyan li nexweşxaneyê hatibû razandin û hefteya derbasbûyî hatibû diyarkirin ku pençeşêr belav bûye û ji ber wê jî rewşa wî nebaş e. Nexweşxaneya Albert Einsteinî duh bi şev aşkere kiriye ku Pelé miriye.
Navê jî zêdetirî 60 salan bi futbolê re her bilêv bûye. Wî çar caran di Mondîalê de lîstiye û sê caran Kûpaya Mondîalê hildaye. Di vî warî de bûye yekem futbolîst.
Wî ji bo xwe gotibû, “Çawa ku Beethoven ji bo besteçêkirinê û Michalengelo ji bo wênexêzkirinê jidayik bûbe, ez jî ji bo lîstina futbolê jidayik bûme.”
Derbarê Peléyî de
Edson Arantes do Nascimento ku bi navê Pele tê zanîn, di 23ê Çiriya Paşiyê ya 1940an de ji dayik biye.
Malbata wî bi navê Pepe gazî wî dikirin lê ji aliyê pismam û hevalên xwe ve, di wateya şûm de jê re digotin Peli, paşê ew bûye Pelé.
Ji sala 1956an heta xanenişînbûna wî ya di sala 1977an de, bi hezar û 279 golên xwe yên di hezar û 363 lîstikan, navê wî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê hatiye nivîsandin.
Pelé yê bi Franz Beckenbauer, Alfredo Di Stefano û Karl-Heinz Rummenigge re yek ji futbolîstên herî mezin ên hemû deman tê hesibandin, ji aliyê FIFAyê jî wek "Yê Herî Baş" hatiye binavkirin. Di sala 2000an de, wî xelata FIFAyê ya Lîstikvanê Sedsalê li gel Diego Maradonayî wergirtiye.
Dema ku Pelé 15 salî bû di Santosê de, di 16 saliya xwe de dest bi lîstina di tîma neteweyî ya fûtbolê ya Brezîlyayê de kiriye. (AEK/FD)