Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
3 kesên ku duh (25ê Îlonê) di dema maça Amedspor-Bûrsasporê de ala Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê (HKI) vekirine, hatine desteserkirin. Herdu tîm di lîga 2yem a Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de ne.
Alîgirên Amedsporê yên ku hatine desteserkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Wezareta Karûbarên Derve derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku lêpirsînname amade kirine.
Baroya Amedê jî daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku ala di dema maçê de hatiye vekirin ala fermî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û Destûra Bingehîn a Iraqê jî wê nas dike. Baroyê her weha destnîşan kiriye ku kampanyaya lînckirinê, amadekirina lêpirsînnameyê û desteserkirinên ji ber vekirina aleke meşrû li qada civakî, ne mimkun e.
Piştî di maçê de Amedspor li beramberî Bûrsasporê 2 gol avêtibûn û bi ser ketibû, herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn û Gulistan Kiliç Koçyîgît daketibûn holka pêşbaziyê û fitbolîstên Amedsporê pîroz kiribûn.
Amedspor Bursaspor galibiyetini Halkların Demokratik Partisi vekilleri ile kutladı.@RemziyeTosunHDP @glstnkocyigit#Amedspor #LexeAmedspor #Diyarbakir #Diyarbakır #Bursaspor #SONDAKIKA #ağlamabursaspor pic.twitter.com/n7QIla5XYP
— Yirmi Bir Tv - Diyarbakır ve Bölgenin Yeni Medyası (@yirmibirtv) September 25, 2022
Piştî ku kesên ala HKIyê vekirin hatin desteserkirin û lêpirsînname hate destpêkirin, gelek bikarhênerên medyaya civakî ev rewş rexne kiriye û hin fotograf parve kirine ku hin siyasetmedarên Tirkiyeyê di dema civînan de tevî ala Kurdistanê girtine.
(TY/FD)