Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li 148 kesên ku ji bo beşdarî Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020an bibin çûne Tokyoyê, paytexta Japonyayê nexweşiya Covid-19ê peyda bûye.
Komîteya Birêxistinkirinê, gotiye, duh 15 kesên din ên ji bo beşdarî bernameyan bibin hatine welêt bi Covid-19ê ne. 3 ji werzîşvan hene di nava van 15 kesan de ku ji welatên din çûne Tokyoyê.
Her weha 8 rayedarên fermî û 4 kesên bi peymanan kar dikin jî bi Covid-19ê ketine.
Wan dixin karantînayê
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, kesên nexweşî li wan peyda dibe li Harûmî, herêma ku olîmpiyat lê tê lidarxistin nahewînin û wan dixin karantînayê.
Par ji ber koronavîrusê, Olîmpiyatên Tokyoyê hatibû taloqkirin. (TP/FD)