Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THIV) raporek derbarê wan binpêkirinên mafan de weşandiye ku di Meha Rûmetê de ango di navbera 2 û 27ê Hezîrana 2023yan de pêk hatine.
Di raporê de saziyê bal kişandiye li ser van mijaran:
* Li sê bajar û navçeyekê her cûre bername û çalakiyên Meha Rûmetê hatin qedexekirin. Her weha qaymewamiyan 3, rektoriya zanîngehekê jî çalakiyek qedexe kirin.
* Bi kêmanî midaxele li 9 çalakî û bernameyan hatiye kirin ku tundkarî li beşdaran kirine. 4 jê zarok bi kêmanî 205 kes hatine desteserkirin. Bi kêmanî 2 kes birîndar bûne.
* Li du bajaran êrîşên homofobîk li dijî bernameyan pêk hatine ku baroyan li dar xistine.
* Li du bajaran (Stenbol û Îzmîr) Waliyan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam weşandine û Meşa Rûmetê ya li van herdu bajaran qedexe kirine.
* Ji ber ku destwerdana polîsan a di dema Meşa Rûmetê ya Transan a Stenbolê rexne kiriye, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê giliyê Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk kiriye. (EMK/FD)