Fotograf: SPoD
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi destpêka meha Hezîranê re, li hemû cîhanê û li Tirkiyeyê rêxistin û komeleyên LGBTI+an dest bi pîrozkirina “Meha Rûmetê” kiriye.
Yekem car Meşa Rûmetê di 28ê Hezîrana 1970yî de ango di yekem salvegera Serhildana Stonewallê de li New York, San Francisco û Los Angelesê, di heman deme de hatibû pîrozkirin. Ji ber wê ye Meha Rûmetê her sal di hezîranê de pêk tê.
Encamên hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 8an û zext û zordariyên li ser LGBTI+an mijara pîrozbahiyên îsal diyar kiriye.
Rêxistin û komeleyên LGBTI+an ên ku di pêvajoya kampanyayên hilbijartinê de, pêkhateyên Tifaqa Komarparêz ew kirin hedef û gefa “girtinê” li wan hatiye xwarin, têkoşînên salên borî bibîr xistine.
“Vegera lûbûnya”
Komeleya Xebatên Polîtîkayên Civakî, Nasnameya Zayendê û Meyla Zayendtî (SPoD) di daxuyaniya xwe de gotiye, “Cara pêşiyê ye ku em netirsiyan, cara pêşiyêye ku me şer li beramberî cîhanê venekir.
“Vegera lûbûnya, li do binere, li rojekê beriya wê, li berêtir. Bibîr bîne, nebêje qey derbas bû çû.”
“Bila Meha Rûmetê ya LGBTI+an pîroz be, ji bîr nekin ku tiştak bi me nayê!”
“We got qey em ê tune bibin?”
UniKûîr a ku li zanîngehan têkoşînê li dijî cudakarî, tundkarî û nefretkirina li LGBTI+an dibe dike û dixwaze ji bo hemû zanîngehan qadên azad û biewle ava bike, gotiye:
“Hûn dîsa xelitîn. We got qey em ê nikaribin ji bêhêvitiya em ber bi bawê wê ketine û tirsen me yên em ji wan şerm dikin, ji bo demekê tüne bibin? Em diqîrin, guhdar bike! Em liv ir in. Em ji hev re hêvî ne.”
Komîteya Hefteya Rûmetê ya LGBTI+an a Stenbolê û ya Hefteya 9em a Rûmetê ya Transan a Stenbolê mijarên îsal aşkere kirine: “Em ê gavekê jî bi paş de navêjin ji gotina trans can in’, kuştinên transan polîtîk in. Em venagerin, em liv ir in û tu nebe, em gelekî kêm in.” (TY/FD)