Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
S.F.A. welatiya Afganistanê yê û temenê wê 18 ye. Li Navenda Dersînorkirinê ya Demkî ya Idirê dimîne. Kesên bi navê N.A., H.A., A.G. û B.M. ku li heman navendê dimîne tecawiz li S.F.A.yê kirine. Du caran di 6 û 7ê Adarê de tecawiz li S.F. A.yê kirine. Piştî van bûyeran S.F.A.yê êrişên ku rûbirû maye bi rêya hevalekî xwe yê tirkîzan ji fermanberên Navenda Dersînorkirinê re gotiye.
Fermanberên navendê tiştên ku mexdûrê jê re gotiye romar kiriye û di heman rojê de ji cendirmeyan re şandine. Piştî cendirme agahdar bûne hatine navendê û bi S.F.A.ya ku tirkî nizani re bê wergêr hevdîtin pêk anîne. Cendirmeyan rapora “mexdûr gilîkar nîne” amade kiriye û li wir çûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzerên ku ji bûyerê agahdar bûne piştî bi S.F.A.yê re civiyane li Serdozgeriya Komarî ya Idirê gilî kirine.
S.F.A.yê di îfadeya xwe de diyar kiriye ku kesên bi navê N.A., H.A., A.G. û B.M. li dijî min êrişa zayendî pêkanîne û gef li min dixwin.
Piştî îfadeya S.F.A.yê cendirmeyan ji bo îfadeyê bang li faîlên bi navê A.G. û B.M. kiriye. Piştî îfadeya li gel cendirmeyan bi fermana dozgeriyê bêyî ku derbarê faîlan de kar û barên qanûnî werekirin dîsan şandine Navenda Dersînorkirinê.
S.F.A. bi faîlên êrişa zayendî re li heman cihî dimîne.
(EMK/AY)