Fotograf: Bişar Aslan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
LGBTI+ên serbixwe yên li Enqereyê li dijî êrîşa ku di dema Newroza Amedê de li LGBTI+yan bûye derketine û piştgiriya xwe ya ji bo LGBTI+an aşkere kiriye.
Kesên LGBTI+ li Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) duh (23yê Adarê) civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye, "Newroza ku sembola bihar, vejîn, têkoşîn û agirê serhildanê ye cihê LGBTÎ+yan e. Bi vê hişmendiyê em dubare dikin ku em qadên xwe naterikînin."
Daxuyaniya ku LGBTI+an daye wiha ye:
"21ê Adara 2023an de hevalên me yên lubunya bi avakirina korteja beşdarî Newroza Amedê ya bûn. Em vê beşdarbûnê pir bi hêja dibînin. Ji ber ku em dizanin miroven LGBTÎ+ li her qadên jiyanê ne. Bi heman awayî Newroza ku sembola bihar, vejîn, têkoşîn û agirê serhildanê ye jî cihê LGBTÎ+yan e. Bi vê hişmendiyê em dubare dikin ku em qadên xwe naterikînin.
Lê belê di dema pîrozbahiyê de hevalên me yên li korteja lubunyayê rastî êrîşa komekê mêr hatin.
Ev nefreta bi zanebûn a beriya Newrozê hatiye organîzekirin dibêje, 'Eger hûn alayên LGBTyî yên ku tu eleqeya wan bi Newrozê û bi Kurdayetiyê re nîne bibînin, hûn dikarin bi alê agirê Newrozê pêxin'." Em şîdeta ku ev koma LGBTI+fobîk û tundûtûjî li hevalên me yên li qadan dike, ji hikûmeta AKPê û polîsên AKPê dizanin. Em dizanin ku berpirsyarê sereke yê van êrîşan, hedefgirtin, cihêkar, marjînalkirin, polîtîkayên LGBTÎ+fobîk û gotinên nefretê yên hikûmeta AKPê ne. Em dizanin ku ev polîtîkayên LGBTÎ+fobîk hikûmetê ev êrîşên li ser lubunyayan zêdetir kirine.
Çawa ku em şîdeta dewleta LGBTI+fobîk, mêr û polîsan qebûl nakin, em vê êrîşa LGBTI+fobîk a ku berhema heman zihniyetê ye jî di Newroza Amedê de qebûl nakin û bi hevgirtina xwe li dijî wê derdikevin.
Tu sazî û rêxistineke ku Newrozê organîze dike berpirsyariya van êrîşên LGBTI+fobîk ên ev 4 sal in li Amedê pêk tên negirtiye ser xwe. Û em diyar dikin ku nebûna ravekirina piştî êrîşên salên borî bûye sedema van êrîşên fobîkî. Weke 4 salên dawî, di Newroza Amedê ya 2023an de jî em tekez dikin ku ewlehiya hevalên me yên Lubunya ya li qadê di xetereyê de ye. Em sazî û rêxistinên ku Newroz li Amedê li dar xistin ji ber ku tevî vê êrîşê berpirsyarî negirtine ser xwe şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku saziyên ku Newrozê organîze dikin bi daxuyaniyekê pêşî li êrîşên LGBTÎ+fobîk bigirin.
Weke LGBTÎ+yên serbixwe yên li Enqereyê, em hevgiriya xwe bi hevalên xwe yên lubunya yên ku di Newroza Amedê de rastî êrîşên nefretê yên LGBTÎ+fobîk hatin radigihînin.
Hîn bibin, em li vir in, em naçin tu derê!" (TY/FD)