Fotograf: Evrîm Kepenek, Hîkmet Adal / bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Taksîma Stenbolê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jin û LGBTÎ+ kombûn.
20.14: Jin û LGBTÎ+ li Cihangîrê bê navber dirûşmeyên "Bila patrîyarka hilweşe ne jiyana me". Seroka Berê ya Stenbolê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu jî di çalakiyê de ye.
19:52: Polîsan "destûr" da ku jin û LGBTI+ weke komên 5 kesî ji berbijora Mebusanê derbas bibin.
Saet 19.44: Navê Îpek Er, Çagla Joker, Sevîm Naşar, Hande Kader, Ozgecan Arslan, Fatma Altinmakas, Ayşe Yilmaz, Ayşe Paşalî, Şule Çet, Pinar Gultekîn, Ceren Damar, Gulistan Dokû, Meral Şahîn û Azra Gulendamê, jinên ku mêran ew kuştine tên xwendin û dirûşmeya "Li vir in" tê berzkirin.
Saet 19.35: Li Alçakdamê rê vekirin. Jin û LGBTI+ meşa xwe didomînin.
Saet 19.26: Duruşmên "Jin Jiyan Azadî" ji Cîhangîrê bilind dibin.
Saet 19.20: Jin û LGBTI+yên ku ji Karakoyê tên ji aliyê polîsan ve destûr nayê dayîn ku derbasî Kolana Bogazkesenê bibin.
Saet 19.15: Jin û LGBTI+ ji bo Meşa Şevê ya 8ê Adarê li benda saet 19.30an ne.
Saet 18.20: Girseya ji jinan û LGBTI+yan pêk tê li ber Otoparka Cihangîrê kombûne û herku diçe zêdetir dibe.
Saet 17.50: Polîsan ji welatiyên ku ji navçeyên weke Karakoy-Emînonû dixwazin biçin Taksîmê, xwestiye ku bi rêya E-Dewletê zanyariyên îkametgeha xwe nîşan bidin. Yên ku nîşan nedin destûr nayê dayîn ku welatî derbas bibin.
Saet 17.55: Komek jin û LGBTI+ li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîmê sekinîne.
Daxuyaniya Çapemeniyê ya 21emîna Meşa Şevê ya Femînîst “Em ji bo 21emîna Meşa Şevê ya Femînîst ku kolan û şevan bi serhildana xwe ya femînîst, coş û piştgiriya xwe tijî dikin li vir in, li kolanan in. 21 sal me gelek tişt dîtin; Şer, dagirkerî, xizanî, nijadperestî, kedxwariya ku her diçe zêdetir dibe, dijminatiya li hember LGBTİ+an, pandemiya ku xerab hat birêvibirin, qeyrana aborî û helbet mêrsalariya ku her diçe bi hêztir dibe. Niha jî em ji serdemeke wisa derbas dibin ku piştî erdheja 6ê sibatê hat jiyîn ku bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bê cih û war man. Hilweşandina ku kapîtalîzma mêrsalar rê li ber vedike, ji me re weke bobelatê tê ravekirin. Wan kesên ku xwezayê, bajaran ji bo rantê helikandin, bi awayên mudaxelekirinan jî nîşan dan ku qet girîngiyê nadin jiyanên mirovan. Li hember mirovên ji bo ku li herêma erdhejê piştgiriyê bihunin seferber bûne bi gefa polîsan tundiyê pêk tîne, piştgiriyê krîmînalîze dike û hewl dide ku mirovan bike dijminê hev.” “Em bi êş in, Em bi hêrs in!” “Em jin, tune hesibandina jiyana mirovan, di mijarên bicihanîna berpirsiyaran, birêvebirina qeyranan da şerpezebûna dewletê û encamên van yekan baş dizanin! Em vê desthilatê; Ji fesihkirina Peymana Stenbolê ku jiyana bi mîlyonan jinan xist bin talûkê, rê li ber êrîşên li hember 6284ê, ji teşwîqkirina tundiya mêran nas dikin. Em vê desthilatê, vê dewleta mêr, her sal di 8ê adarê de ji sedan polîsan, Tomayan, berbestan bi hewldanên astengkirina me û serhildana me nas dikin.” “Em bi hêrs in!” “Em dizanin ku encamên bobelata ku em dijîn ji bo jinan piralî ye; em dibînin ku barê ji nû ve avakirin û domandina jiyanê di rewşên bobelatan de jî li ser milê jinan e û pêdîviyên wan ên bingehîn çawa paş de dimîne. Digel ku ji ser erdhejê mehek derbasbûyî em şahidê tengasiya jiyana jinan in.” “Em bi hêrs in, di şînê de ne. Lê belê serî hildidin!” “Van hemû tiştên ku hatin jiyîn, careke din nîşanî me da ku piştgirî û têkoşîna me ya femînîst; ji bo avakirina cîhaneke bi wekhevî, bi edalet û bê tundî yekane rê ye. Mafdariya daxwaza me ya avakirina cîhaneke din, careke din nîşanî me da. Mîna her salê em li gel hev in; Em li hember dewleta mêr-desthilat, homofobiyê, transfobiyê, nijadperestiyê, kedxwariyê, hilweşandina kapîtalîzma mêrsalar li vir in. Em pişta xwe naspêrin rantê dispêrin hev û li hember her cure tundiyê bi hev re serî hildidin, li ber xwe didin, piştgirî didin û ji bo ku jiyanên xwe ji aliyê edalet û wekheviyê ava bikin li vir in. Em dev ji têkoşîna xwe, jiyanên xwe, ji hev, ji texayûla xwe ya avakirina cîhaneke femînîst bernadin. Em bi hêrs in, em di şînê de ne, em liv ir in, em naçin tu derê.” Em li hember hilweşandina kapîtalîzma mêrsalar di serhildana femînîst de ne! |
(EMK/TY/AY)