Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li tevahiya Tirkiyeyê wê jin di Meşên Şevê yên Femînîst û çalakiyên din de li kolanan bên cem hev. Me bernameyên çalakiyên 8ê Adarê bajar bi bajar berhev kir.
EDENÊ
*Bi banga Platforma Jinan a Edeneyê jin wê saet di 17:30 de li Parka Înonû dest bi meşê bikin û li Parka Ataturkê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
ENQERÊ
*Bi bangên Platforma Jinan a Enqereyê û 19emîn Rêxistina Meşa Şevê ya Femînîst, jin wê saet di 19:30 de li Qada Sakaryayê kom bibin û heta Kolana Yukselê bimeşin. Meş wê bi yek pankartê pêk were û ji mêran re girtî be.
ANTALYA
*Bi banga Platforma Jinan a Antalyayê wê jin saet di 17:30 de li ber Otela Kişlahanê bên cem hev. Meşa Şeva Femînîst wê saet di 19:00 de ji Ûçkapilarê dest pê bike.
AYDIN
*Bi banga Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê saet di 18:30an de wê jin li Sevgî Yoluyê li hev bicivin.
BALIKESIR
*Bi banga Platforma Jinan a Ayvalikê ya 8ê Adarê, jin wê saet di 18:00 de li Qada Ayvalika Cumhuriyetê bên cem hev û daxuyaniya çapemeniyê bidin.
BÛRSA
*Bi banga Meclîsa Jinan ya Bûrsayê jin saet di 18:30 de wê li Qada Fomarayê li hev kom bibin û saet di 19:00 de jî heta Qada Bajêr bimeşin.
CANAKKALE
*Bi banga Hevgirtina Femînîst a Çanakkaleyê, jin wê saet di 19:30 de li Qada Pîrê bicivin. Civata MUAF LGBTÎA+ ya Çanakkale jî ji bo Meşa Şeva Femînîst bang kir.
*Bi banga Platforma 8ê Adarê ya Çanakkaleyê, jin wê saet di 17:30 de li ber Baxê Çaya Golfê dest bi meşê bikin û saet di 18:00 de jî li Qada Pîrê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
ÇORUM
*Bi banga Meclîsa Jinan a Çorûmê jin wê saet di 18:30 de li Qada Kadesê bên cem hev.
DENIZLI
*Bi banga Koma Malbatên LGBTÎ+ yên Denîzliyê, Jinên serbi TÎPê û Kampus Cadilariyê jin wê saet di 18:30 de li ber Walîtiya Denîzliyê bên cem hev.
ESKISEHIR
*Bi banga Platforma Jinên Demokratîk a Eskîşehîrê wê jin saet di 18:30 de ji deriyê Espark Baglarê dest bi meşê bikin.
STENBOL
* 8ê Adarê roja Çarşemê wê jin saet di 19:30 de li Taksîmê ji bo 21emîn Meşa Şevê ya Femînîst bên cem hev.
ÎZMÎR
*Bi banga Rêxistina 6emîn Meşa Şevê a Femînîst, jin wê saet di 19:30 de li ber Eski Leman Kûltûr li hev kom bibin û meş saet di 20:00 de bi dawî bibe.
*Bi banga Platforma Jinan a Îzmîrê 8ê Adarê roja Çarşemê saet di 18:30 de jin dê li ber Pirtûkxaneya Alsancak Kîbrîs Şehîtlerî Caddesi Penguen bên cem hev.
KOCAELİ
*Bi banga Meclîsa Jinan ya Gebzeyê dê jin saet di 19:00 de li Qada Bajêr a Gebzeyê bên cem hev.
MERSIN
*Bi banga Rêxistina Meşa Şevê ya Femînîst a Mêrsînê ku wê îsal cara 9emîn bê lidarxistin, jin wê saet di 19:00 de li Kolana Kuşmîoto li hev bicivin.
MUGLA
*Bi banga Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Jinan ya Fethiyê jin saet di 18:30 de dê li ber Navenda Çandê ya Fethiyê kom bibin.
SAMSÛN
*Bi banga Piştevaniya Jinê ya Samsûnê, jin wê saet di 18:00 de li ber Kuçukpazarê li hev bicivin.
(NK/EMK/AY)