Fotograf û înfografîk: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiya 2023an de herî kêm 31 jin kuştine. Her weha mêran di vê mehê de herî kêm 4 zarok kuştine.
Di meha Kanûna Paşiyê de mirina bi kêmanî 28 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.
Mêran tundkarî li 72 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li 7 jinan kiriye. Çapemeniyê di vê mehê de bûyerên tecawizê nenivîsandiye. Ev nayê wê wateyê ku di vê mehê de tecawiz nehatiye kirin.
Kuştin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de bi kêmanî 31 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 23 bû. Her weha mêran bi kêmanî 5 mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî şeş jin kuştine. Ji jinên ku merak kuştine jê yek trans bûye.
Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine
Aslı Y., Aysun Ahnas, Ayşegül T., Ayşenur Akkurt, Bedriye E., Canan Ö. Canan S., Cansu Demirel, Dilara Gültay, Ecem Seçkin*, Emine E., Esengül K., Fadime Aç, Fatma E., Filiz Kaplan, Hülya Çetinkaya, Mine A., Muhbet C., N.U., Nevmiye Vural, Nurcan İnan, Pelin Sezer, S.Ü., Sema D., Sultan B., Sunay T., Şirvan G., Tuğçe C., Ummuhan Zerrin U., Ülkü Deniz E., Zerrin Büyük.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Edene (1), Agirî (1), Antalya (2), Bursa (4), Denizli (1), Eskişehir (2), Colemêrg (1), Hatay (1),
Stenbol (7), İzmir (2), Kırşehir (1), Kutahya (1), Meletî (1), Mersin (1), Muğla (1), Samsun (2),
Tekirdag (2).
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 20 jin kuştine. Mêran 11 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 15 jin kuştine. Bav, bira, torin,kur 9 jin kuştine. Du jin hevalê wan û du jin jî xizmê wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku sê jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 20 jin li malan, 7 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran çar jin li ku kuştine.
Mêran 16 jin bi çekên guleber kuştine. 11 jî bi kêr û çekên mîna kêrê, jinekê bi fetisandinê kuştiye û jinekê jî bi lêdanê kuştiye. Mêran du jin şewitandine.
Pêvajoya hiqûqî
28 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 13 faîl hatine girtin. 6 faîl hatine desteserkirin. Şeş faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo faîlek nivîsiye ku “reviye” her weha çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya du faîlan tiştek nenivîsiye.
Tundkariya li zarokan-Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm çar zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hejmar sê bûye.
Bav çar zarokê xwe kuştiye, zarokekî jî hevalê diya wê ew kuştiye. Li Êlihê bavê ku zaroka xwe kuştiye gotiye, “Min xwest dayika zarokê êşê bikişîne”
Navê zarokê ku hatiye kuştin
Adara A. Büşra A., Berat A., Yusuf Efe A.
Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine
Stenbol (3), Êlih(1)
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku zarok kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye. Faîlek xwe kuştiye.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Paşiya 2023an de herî kêm tacîz li heft jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 8 bû.
Mêran 6 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran herî kêm dîmenê jinekê girtiye û ew tacîz kiriye.
Mêran 6 jin li qadên derveyê mal tacîz kirine. Jinekê jî li malê tacîz kirine.
Jinekê hîndekarê zanîngehê, du jin hevalê wan yên kar, jinekê hevjînê wê tacîz lê kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku jin tacîz li sê jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aydın (1), Edirne (1), İstanbul (3), Kocaeli (1), Muğla (1).
Pêvajoya hiqûqî
7 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Tenê du faîl hatine girtin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsandiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 27 bû.
Mêran li qadên derveyî malê 10 zarok îstîsmar kirine. Mêran li nava malê jî îstismar li zarokekê kiriye.
Zarokekê endamekî terîqetê, du zarok rêvebirê dibistanê, zarokekê xizmê wê, zarokekê bavê wê îstismar kiriye. Zarokekê mêrê wê û zarokekê jî karmendên dewletê jî di nav de 40 mêran ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku herî kêm tacîz li çar zarokan kirine nas in an ne nas in.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran zarokekê li kîderê îstismar kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Antalya (2), Bursa (1), Stenbol (3), Konya (1), Muğla (1), Şirnex(1), Wan (1)
Pêvajoya hiqûqî
50 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê sê faîl hatine girtin. 5 faîl hatine desteserkirin. faîlek serbest bûye. Derbarê du faîlan de doz vebûye. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye. Derbarê 37 faîlan de ti lêpirsîn nehatiye kirin.
Tundkarî/birîndarkirin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî li 72 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 57 bû.
Neh jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran”, birine nexweşxaneyan. Digel ku “biryara parastinê” hebû, mêran tundkarî kêmanî li 12 jinan kiriye. Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye ji Erebistana Siûdiyê yek jî ji Sûriyeyê bû.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Adana (2), Aksaray (1), Ankara (1), Bolu (2), Burdur (1), Bursa (1), Denizli (2), Edirne (17), Eskişehir (2), Hatay (1), İstanbul (11), İzmir (1), Karaman (1), Kocaeli (2), Konya (1), Manisa (1), Mêrdin (1), Ordu (2), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1), Zonguldak (1).
Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 56 jinan tundkarî li wan kiriye. Ajokarê texsiyekê tundkarî li jinekê, xizmên wan tundkarî li neh jinan kiriye. Jinekê diz, jinekê doktor nexweşê wê, sê jin hevalên wan û jinekê jî xwediyê kar tûndkarî lê kiriye û ew birîndar kiriye.
Mêran bi mehneya ku xwestine dev ji hev berdin/li hev neyên tundkarî li 22 jinan kiriye. Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 46 jinan kiriye nenevîsiye.
Mêran derb li 51 jinan dane, du jin şewitandine, 8 jin bi çekên gulebar, 9 jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. Mêran jinekê jî bi fîşekên hewayî birîndar kiriye.
Mêran li kargehan, li nava kolanan û li daristanan ango li derveyî malan tundkarî li 21 jinan kiriye, li nava malan jî tundkarî li 51 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran li kuderê tundkarî li jinekê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
72 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Tenê 8 faîl hatine desteserkirin. 16 faîl hatine desteserkirin. Ji bo 30 faîlan karûbarên yasayî/hiqûqî hatine destpêkirin. Çapemeniyê ji bo şeş faîlan nivîsiye ku “lê digerin”, “reviyaye”. Heft faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 12 faîlan nenivîsandiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanûna Paşiyê e bi kêmanî bi 13 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî dane kerin. Di nav wan de zarok jî hebûne.
Bajarên ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin
Kocaelî (8), Ezirgan (3)
Pêvajoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. Du faîl hatine desteserkirin, şeş faîl hatine girtin.
(EMK-AY)