Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ingilistanê piştî ku polîsê bi navê David Carrick duh (16ê Kanûna Paşiyê) li xwe mikur hat ku tecawiz li gelek jinan kiriye, Serkomîserê Dezgeha Polîsan ê Londonê(Met) Sîr Mark Rowley daxûyaniyek daye.
Li gor nûçeya BBCyê Mark Rowley agahî parve kiriye ku li paytext Londonê ji hezarî zêdetir giliyên tacîza zayendî û tûndkariya nav malê yên derbarê zêdetirî 800 polîsan de hene û têne lêkolînkirin.
Her weha Rowley ragihandiye ku wê 45 hezar karmendên dezgeha emniyetê were lêkolînkirin.
Rowley ji jinan lêborîn xwestiye
Rowley ji jinên ku rastî êriş û tundiya Carrick hatine lêborîn xwestiye û gotiye, "Ew kesekî ku teqez divê nebûya polîs bû."
"Vî zilamî bi awayê herî hovane îstismar li jinan kiriye. Ev tiştekî gelek xerab e. Me jin, keç û Londonî bicih hiştin.”
"Ez dizanim ku piştî vê bûyerê, hin jin li Londonê dê bipirsin gelo ew dikarin ji bo ewlehiya xwe bi Metê bawer bikin.
"Me xedariya ku li dijî sûcdaran pêkanî li dijî kesên di nav xwe de pêkneanî."
(SD/AY)