Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma 25ê Çiriya Paşiyê, duh (1ê Kanûnê Pêşiyê) li dijî biryara dersînorkirina 2 jinên ku welatiyê Italya û Azerbaycanê ne yên ku di 25ê Çiriya Paşiyê de li Stenbolê hatibûn desteserkirin îtîraz kiriye.
Platformê di daxwaznameya ku pêşkêşî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ye kiriye de gotiye, “Netewa têkoşîna li dijî tûndkariyê nîne weke li dijî tûndkariyê mêran!”
“25ê Çiriya Paşiyê nabe ku bibe sedema dersînorkirinê.”
Platformê li ser hesabê medyaya civakî ya gotiye "Parêzerên me li dijî biryarê îtiraz kirine, li hemberî vê kêfiyetiyê hevgirtina me heye!"
Platformê îro ragihandiye ku serlêdana îtirazê hatiye qebûlkirin. Du jin dê neyên dersînorkirin.
“Îtiraza ku ji bo herdu 2 hevalên me yên di 25ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin û ji bo wan biryara dersînorkirinê hatibû dayîn, qebûl bûye. Hevalên me wê serbest bên berdan. Em ê biçin wan bigirin. Hevgirtina me sînoran derbas dike! Bijî hevgirtina jinan!”(EMK/AY)