Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma 25ê Çiriya Paşiyê ji bo tûndkariya polîsan a di 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Jinan de gilî kiriye.
Beriya gilîkirinê endamên platformê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dane û gotin:
“Em weke Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê me bangawaziya xwe kir ku weke her sal îsal jî li Qada Tûnel a Taksîmê bicivin. Lê dewletê ne ji bo ewlehiya jinan hemû hêza xwe ji bo jinan asteng bike seferber kiriye.”
“Tişta ku di şeva 25ê Çiriya Paşiyê de qewimî, careke din nişanda ku kê pergala giştî xera kiriye, kê aştiya navxweyî ya civakî tehdîd kiriye, kê pirsgirêka maf û azadiyan ava kiriye. Beyoglu, Şîşhane û Karakoy di saetên nîvroya 25ê Çiriya Paşiyê de danê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.”
“Li Şîşhane, Galata û Karakoyê jinên ku astengiya polîsan derbas kiriye û li hev kom bûn û dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, derb kirin û hatin desteserkirin.”
“Di dema desteserkirinê de tu hişyariyek nehat kirin, ji destpêkê ve polîsan bi gotinên heqaret û tacîz tê de ne, bi mertal, bi lêdan û derbeyan tûndkarî li me kirin her weha bi şikandina lingan û bi lêdana dijwar destên me ji paş ve kelemçe kir û em desteserkirin.
“Di 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Jinan de li Stenbolê herî kêm 216 jin hatin desteserkirin. 2 hevalên me şandin Navenda Dersînorkirinê ya Selîmpaşayê û derbarê wan de biryara dersînorkirinê hat dayîn. Di van çalakiyan de ne tenê jin, di heman demê de endamên çapemeniyê yên çalakiyê dişopandin û parêzerên ku di dema xebatên qereqolê de xwestin bi me re bin jî rastî tundiyê hatin.
“Tevî van hemû tûndkariyan jî me di 25ê Çiriya Paşiyê de her cih veguherand qada çalakiyê û çalakiya xwe li dar xist. Lê belê em tundiya li ser me tê kirin qebûl nakin.”
“Gilîkirinên me û serlêdanên ji bo lêpirsîna dîsîplînê wê bidomin.”(EMK/AY)