Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derbarê 50 jinan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtine. Hatiye diyarkirin ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatine desteserkirin.
Bi biryarê ve li Amedê danê sibê bi serdegirtina malan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî û Bedîa Akkaya, endama Akademiya Jinan Fîgen Aras, Sûltan Esen û li Îzmîrê Dîlan Akpolat jî di nav de gelek jin hatine desteserkirin.(HA/AY)