Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Şevîn Coşkûn, Parlamentera Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Rapora Tûndkariya Mêran a bîanetê taybet ji bo 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Jinan amade kiriye, li parlamentoyê kiriye rojev.
Bitikîne-Mêran di 326 rojan de 296 jin kuştine, 715 jin birîndar kirine
Li gorî rapora bîanetê di navbera 1ê Kanûna Paşiya 2022an û 23ê Çiriya Paşiya 2022an de herî kêm 296 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Çoşkunê ku daneyên raporê wekî çavkanî nîşan daye û ji Meclîsê xwestiye ku li ser pirsgirêka tûndkariya mêran lêkolînê bike. Wî behs kiriye:
“Ev tûndkariya li ser jinan kuştin, tecawiz, destdirêjî, tirsandin û xizaniyê jî bi xwe re tîne. Jin ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan li vî welatî di her firsend û platformê de tîne ziman û banga çareseriyê dikin. Weke ku kuştin û tûndkariya li ser jinan berdewam dike, ev bangên jinan ji aliyê hikûmetê ve tên paşguhkirin.
“Di vê çarçoveyê de; Bi boneya 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Jinan ji bo lêkolînkirina kuştina jinan û tûndkariya li ser jinan, pêşîgirtina van bûyeran, girtina tedbîrên pêwîst û bi armanca pêvajoya darazê bibandor were birêvebirin em dixwazin li Meclîsê lêkolîn bên kirin.”
2021-2022
Di deh mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 280 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 205 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 25 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 675 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di deh mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 159 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van deh mehan de bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 256 jin kuştine, tacîz li 396 jinan kiriye, 160 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 670 jinan kiriye, tecawiz li 87 jinan kiriye. Bi kêmanî 586 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di deh mehên destpêkê yên sala 2021yê de, çapemeniyê ji bo mirina 183 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van deh mehan de bi kêmanî 27 zarok kuştine.
(EMK/AY)