Fotograf û çavkanî: Yeni Yaşam
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Şirnex, Agirî û Wanê, jinên xwestine ji bo 25ê Çiriya Paşiyê Roja Navnetewî ya Têkoşîn û Piştgiriyê ya li Dijî Tundkariya li Ser Jinan civînên çapemeniyê li dar bixin û bimeşin, hatine desteserkirin. Li Mêrdînê jî meş asteng kirine.
Li Cizîrê, navçeya Şirnexê jinan bi serpereştiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bimeşin. Lê polîsan êrîşî jinan kirine.
Jin li Kolana Orhan Doganî bi pankarta ku nivîsa “Jin Jiyan Azadî, Li Dijî Faşîzmê, Qirkirina Jinan Dem Dema Azadiya Jinan e” nivîsiye hatine ba hev. Polîs derb li jinan dane û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin desteser kirine.
Polîsan her weha rojnameger asteng kirine û nehiştine dîmenan bigirin.
Li Wanê bi gaza rondikrêj êrîş kirine
Li Wanê jî dîsa bi serpereştiya TJAyê jinan xwestiye meşekê li dar bixin lê polîsan ew asteng kirine. Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele li jinan kirine û derb li gelek jinan dane.
Bixwîne - "Li gorî daneyan îsal tundiya li ser jinan, ji sala borî zêdetir bûye"
Li Agiriyê gelek kes desteser kirine
Jin ji bo 25ê Çiriya Paşiyê li ber avahiya HDPyê ya Agiriyê hatine ba hev.
Polîsan destûr nedaye ku jin daxuyaniyê bidin çapemeniyê û Endama Lijneya Rêvebir a Navendî ya HDPyê, Hevseroka rêxistina bajarê Agiriyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Melîke Ozmuş û du jinên din desteser kirine.
Li Mêrdînê asteng kirine
Li Mêrdînê jinan bi serpereştiya Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê û TJAyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Jin li ber avahiya HDPya Mêrdînê hatine ba hev û xwestine ber bi Parka Karayolûyê ve bimeşin, lê polîsan destûr nedaye. (TY/FD)