Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî di dema vegera xwe ya ji Qazaxistanê, di barafirê de bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Erdogan li Astana, paytexta Qazaxistanê beşdarî Civîna 6ê ya Konferansa Tedbîrên Zêdetirina Baweriyê û Hevkariyan a Asyayê (CICA) bûbû.
Erdoganî derbarê mijara serpoşan a di guhertina Destûra Bingehîn de gotiye: “Em dixwazin vî derdê me yê herî girîng, mijara malbatê jî bixin nava vê sererastkirinê.”
“Em yeksek dixwazin ku vê jî pêşkêşî Meclîsê bikin”
Rojnamegerekî/ê di barafirê de mijara serpoşê ji Erdoganî pirsiye û Erdoganî gotiye:
“Di vir de, di mijara xalan de, em ne alîgir in ku zêde xal hebin. Hevalên me niha xebatan dewam dikin. Mijar ne tenê serpoş e, her weha li cem vê em dixwazin mijara malbatê jî, derdê me yê girîng jî bixin nav vê sererastkirinê û hevalên me niha vê xebatê dewam dikin.
“Bi vê xebatê re, bi lez û bez em hewl didin vê, pêşkêşî Meclîsê bikin, bêyî ku dem bibuhire. Piştî em vegein, wê heval pêşkêşî me bikin. Piştî pêşkêş kirin, bêyî ku dereng bikeve, em dixwazin bi lez û bez vê bişînin Meclîsê.”
Pirsa derbarê LGBTI+yan de jî kirine
Rojnamegerekî/ê pirsiye û gotiye ku “Xala malbatê, ji bo partiyên mixalefetê mijara LGBTI+yan nekin mijareke siyasî, ne wisa?” Erdoganî bi van gotinan bersiv daye: “Ger wisa be, hatiye famkirin. Malbatên bihêz, miletên bihêz ava dikin.” (AÖ/FD)