Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunayê li Navenda Partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Gunayê di civînê de behsa doza qetilkirina Mûsa Anterî kiriye ku duh danişîna dawî li Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Enqerê pêk hatibû. Gunayê bertek li dijî biryara heyeta dadgehê derketiye ku ji ber ketiye ber demboriyê, doz betal bûbû.
Gunayê di dewama axavtina xwe de behsa kuştina Mahsa Amîniya li Îranê û çalakiyên protestoyî yên piştî kuştina wê kiriye: "Ez di serî de jinên kurd, hemû jinên ku Mahsa Aminiyê û paşê jî porê xwe kirine ala berxwedanê silav dikim. Silav li wan kesan be ku Jin Jiyan Azadî kirine slogana azadiyê ya sedsala 21ê."
Beşek ji axavtina Gunayê wiha ye:
"Rejîma Îranê bi salan e ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe, li hember hemû mûxalefetê, bi taybet jî li ser jinan û kurdan polîtîkayên dijwar û hovane disepîne. Di heman demê de qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ji hêlekê ve hovîtiya rejîmê careke din nîşan da û li hêla din jî bû sedema berxwedaneke dîrokî. Ev pêla berxwedanê ya ku bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûye roj bi roj berfirehtir dibe û her ku diçe digihîje asteke bilindtir. Serhildana gelê kurd û jinên kurd hêviya mirovahiyê mezin dike. Li hember vê berxwedana dîrokî, hêzên rejîmê bi awayekî hovanê êrişî çalakvanan dikin û heta niha 8 kes qetil kirine û gelek kes birîndar kirine."
"Serhildana wan serhildana me ye"
Gunay, destnîşan kiriye ku partiya wan heta dawiyê wê piştgiriyê bide têkoşîna maf û azadiyê ya jinan: "Em heta dawiyê rêhevalên neviyên Qasimlo û Qazî Mihemed in; ên ku îro li kolanên Rojhilat ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet li ber xwe didin. Di serî de em jinên kurd, hemû jinên cîhanê parazvanên porê Jîna Amînî ne. Ew por li Rojhilata Navîn wê bibe alaya gel û jinên azad! Em berxwedan û raperîna di pêşengiya jinan de îro li xaka Rojhilatê mezin dibe, silav dikin û li gel wan dibêjin; Jin Jiyan û Azadî! Jin, jiyan, azadî êdî dirûşma azadiya sedsala 21ê ye ji bo hemû cîhanê." (EMK/FD)