Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, ji bo 1ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanî li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê çalakiyeke girseyî li dar xistiye.
Hêzên kedê, karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê digirin, Dayikên Şemiyê, nûnerên rêxistinên jinan, hiqûqnas, jin, ciwan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûne.
Çalakvanan kaxizên ku li ser wan nivîsên "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan aştî", "Ne şer, ne dagirkerî, ne çekdarbûn, ne jî polîtîkayên dagirkeriyê , demildest aştî", "Ji Kurdan re azadî ji Rojhilata Navîn re aştî", "Bimre şovenîzma netewa serdestan" hebûn vekirine. Bi sedan kes bi al û flamayan gihîştine qadê û sloganên "Ji şer re na, bila demildest aştî pêk bê", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirine.
Li dijî desteserkirinan bertek nîşan dane
Polîsan qada ku bi sedan mirov lê kom bûn, dorpêç kiriye û bi barîkatan derdora wê girtiye. Gelek wesayitên desteserkirinê û TOMA birine. Ji bo ketina qadê, xalên kontrolê danîne. Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê digrin û gelek jin bi kaxizên ku li ser wan nivîsên "Şer mirin e aştî jiyan e" û "Jin jiyan azadî" nivîsandine li ber Îskeleya Emînoniyê kom bûne. Dema xwestine ji vir ber bi Îskeleya Beşîkşatê ve bimeşin, polîsan ew dorpêç kirine.
Dayik û jinan sloganên "Em dayik in, em alîgirên aştiyê ne", "Demildest aştî" berz kirine. Polîsan, rojnamegerên ku li vir dîmenên dayik û jinan digirtin û çalakî dişopandin derb li wan dane û xwestine wan ji wê derê dûr bixin. Ji ber vê rewşê di navbera rojnameger û polîsan de nîqaş çêbûye.
Polîsan dîsa rojnameger tacîz kirine
Li gorî nûçeya MAyê, Midûrê Beşa Ewlehiyê yê Midûriyeta Emniyetê yê Stenbolê Mûhammed Hanîfî Zengîn jî li qadê erkdar kirine. Zengîn di dema Meşa Rûmetê ya Stenbolê ya sala 2022yê de, di vîdeoyekê de hatibû dîtin ku çalakgerek tacîz kiriye. Gelek jinan giliyê wî kiribû û ji ber wê rewşê, lêpirsînname ji bo wî amade bûbû. Zengîn her weha çi cara fersend dikeve destan, gefê li rojnamegerên çalakiyan dişopînin, dixwe. 2022. Polîsan derb li sê dayikên aştiyê xistine û ew desteser kirine. Di vê demê de nûçegîhana bianetê Tûgçe Yilmaz ya ku çalakî dişopand, bi qîrîn gotiye ku "te dest da memikên mi, te ez tacîz kirim" û polîsekî sivîl nîşanî nûçegîhanan û polîsan daye. Polîsên din ew polîs ji wî cihî dûr xistine û serekê polîsan ji Yilmazê re gotiye, "biçe giliyê wî bike" û xwestiye ser bûyerê bigire.
Li Qada Îskeleyê protesto kirine
Dayika Aştiyê Zeynep Calihana hewl dida mafê xwe biparêze û nûçegîhan Zîlan jî di nav de derb li çar kesan dane, destên wan ji paş de kelemçe kirine û ew desteser kirine. Polîsan bi darê zorê kesên desteserkirî xistine wesayita desteserkirinê û di vê kêliyê de bi sedan kesên li qadê sloganên "Dayik rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan", "Jin jiyan azadî" berz kirine û desteserkirin protesto kiriye.
Çalakvanan gotiye ku heta Dayikên Aştiyê bi şûn de neyên ew ê çalakiya xwe pêk neynin û sloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan", "Jin jiyan azadî", "Roj wê bê wê dem û dewran biguhere û AKP hesab bide gelî", "Zext û zor nikarin me asteng bikin" berz kirine.
Paşê ji bo kesên ku hatine desteserkirin ji destê polîsan derxin bi sedan kes ber bi Îskeleye Emînoniyê ve meşiyane. Çalakvanan di dema meşa xwe de sloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Kurdistan ji faşîzmê re goristan" berz kirine. Kesên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dane wan. (AEK/FD)