Fotograf: MA
Jinên ku di beşa pakêtkirinê ya hala sebze û mêweyan a Mêrsînê de dixebitin, digel ku saetên dirêj kar dikin, ne li gorî xebata xwe heqdestan distînin. Li hêlekê jî tacîza zayendî li wan dibe û gotinên zayendperest tên kirin.
Ji Ajansa Mezopotamyayê Mukadder Akyol çûye hala Mêrsînê û li wir bi jinan re axiviye.
Jin serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û karê wan heta 17.00ê êvarê dewam dike. Heqdestê van jinan di navbera 210-230 lîreyî de ye. Car heye jî heya saet 20.00-21.00ê jî dixebitin, lê heqê mesaiya wan nayê dayîn.
Bi tena serê xwe debara malê dike
Pîroz Gorgulu piştî erdheja Wanê ya di 23yê Cotmeha 2011ê de çêbûbû, koçî Mêrsînê kiriye. Ew ji ber rewşa aboriyê nikare vegere Wanê. Gorgulu 5 sal in li halê dixebite. Gorgulu û keça xwe ya 16 salî ji bo debara malê bikin di beşa pakêtkirina sîran de dixebitin:
"6 zarokên min hene. Ez û keça xwe mecbûr in debara malê bikin. Ji ber ku mesrefa dibistanê pir zêde ye min ew neşand dibistanê. Ez di kirê de me, em mecbûr in debara malê bikin. Şert û mercên kar pir giran in, mîgren bi min re heye, li ber tavê zehmetiyê dikişînim. Em rojê 200 TLyî distînin. Jixwe her roj tune ye, em heftê 2 rojan tên. Em bi vî pereyî ancax heqê kirê, ceryanê û avê didin. Car heye em nikarin lazmatiyên metbaxê bikirin."
Sîgorta nîne
Bahar Adiguzel ji 13 saliya xwe ve di beşa pakêtkirina sebze û mêweyan a halê de kad dike. Ew serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û got, lê pirî caran dema bidawîbûna mesaiyê nediyar e. Adiguzel 28 salî ye. Niha lingê wê alçîkirî ye û bi vî halî kar dike: "Dema hatina me ya kar diyar e, lê dema derketinê nediyar e. Barhilgir kengî tije bibe. Halê lingê min ev e, lê mecbûr im bixebitim. Mehane ya me ya diyarkirî 230 TL ye. Heqê keda me bi dest me nakeve. Sîgorte nîne. Tiştek bê serê me sîgorta me tune ye ku em biçin nexweşxaneyê. Zivistanê ji sermayê destê me tiştekî nagire, em nikarin bixebitin. Navber ji bo xwarinê jî tune ye. Tu çawa xwarina xwe dixwî, tu diçî ser kar."
Tacîza zayendî li wan dibe
Wê got ku tacîza zayendî li wan dibe û gotinên zayendperest li cihê kar tên gotin: "Wekî jin xebata li halê pir zor e. Ajokarên kamyonan bela xwe li me didin. Em li vir nikarin tîşortên pîqut jî li xwe bikin. Mêr her tim bela xwe di me didin, bi awirine pîs li me dinêrin. Em ên di ber dikanê re derbas dibin dibînin. Sirf ji bo li jinan mêze bikin di wir re diçin û tên. Mixabin em rastî tiştên wiha tên. Em jin divê li her derê xwe biparêzin."
Nexweş jî bin, kar dikin
Nerîman Çîçek salên 1990î ji Êlihê koçî Mêrsînê kiriye. Ew 17 sal in dixebite: "Carinan em heya derengê şevê dixebitin. Heqê mesaiyê pir kêm e. Serê sibê tu nexweş bî jî divê tu werî. Divê kamyon tije bibe. Zivistanê em di bin baran û nava heriyê de û havînan jî di bin tavê de dixebitin. Lê dîsa jî sîgorteya me tune ye. Ji ber xebata zêde, rehên milên min li hev asê bûne."
Çîçekê bilêv kir ku jinên li halê kar dikin hev digirin: "Serê sibehê gava têm halê, gelek caran rastî tacizê jî têm. Min bihîstiye ku gelek jinên li vir rastî tacizê hatine. Dema tiştên wisa diqewimin em jin dibin yek. Em hev du nas nekin jî em li hev xwedî derdikevin. Berê heqdesta me ya rojane 170 TL bû, lê piştî çalakiya jinan kirin 210 TL."
Piştî kar li malê jî dixebite
Dayika 4 zarokan Zelîş Elmastaş piştî li halê kar dike, diçe li malê jî karên malê dike: "Ez ji 12 saliya xwe ve li nav zeviyan, li bazar û baxçeyan dixebitim. Em pir diwestin. Piştî karê vir, diçim karên malê jî dikim. Divê ez cilan û firaqan bişom, xwarinê çêbikim. Mehaneya ku em distînin rojane 210 TL ye. Ez ji Tarsûsê têm vir. Rojane heqê rê 34 TL ye. Nîviyê mehaneyê diçe. Ev ne mafê me ye, lê em mecbûr in bixebitin. Heqdesta me ya rojane herî kêm 250 TL be belkî em karibin debara xwe bikin. Heqê rê ji kîsî me ye. Dêya min li zarokên min dinêre, lê gava dêya min nexweş dikeve, ez her du zarokên xwe bi xwe re tînim vir." (FD)