Fotograf: eturbonews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vučićî aşkere kiriye ku wê Meşa LGBTyan a navnetewî ango Europridea li welatê wan pêk neyê.
Dihate plankirin ku Europride di navbera 12 û 18ê Îlonê de li paytexta Sirbistan Belgradê pêk bê.
Vučić di dema konferansekê de axiviye û gotiye ku ji ber di serê vê mehê de gelek kesan li dijî Europride-ê xwenîşandan li dar xistine ev biryar hatiye standin.
Vučićî destnîşan kiriye ku wan ev biryar ji ber pirsgirêkên di navbera wan û Kosovayê de di demên dawî de derketine û krîzên enerjî û xurekan daye.
Vučićî gotiye ku "Hûn nikarin di heman demê de bi gelek tiştan re mijûl bibin" û "Em ê demeke din bernameyeke bextewartir pêk bînin."
Li gorî nûçeya BBCyê, çalakvanan gotiye ku qedexekirina Europride-ê ne rewa ye û ew ê meşê li dar bixin. Yek ji kesên di sazkirina bernameyê de cih digire Marko Mihailovicî jî gotiye, "Hikûmta Sirbistanê nikare Eurporide ya 2022ê qedexe bike. Ev tê wê wateyê ku destûra bingehîn diavêjin çopê."
Li dijî LGBTI+an meş li dar xistibûn
Di serê Tebaxê de gelek sirbistaniyan li Belgradê li dijî Europride-ê xwenîşandan li dar xistibûn. Van Sirbistaniyan di dema xwenîşandanan de sloganên "em ê malbatên xwe biparêzin", "destên xwe ji ser zarokan hilkişînin" berz kiribûn.
Partiyên rastgir ên tundrew ên Sirbistanê jî îdia kiribûn ku Europride lanetkirî ye û divê ev meş li Sirbistanê nebe. (EMK/FD)