Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî ya Îtalyayê daneyên jinên ku di nava salekê de ji ber tûndkariya mêran mirine parve kiriye.
Li gorî van daneyan mêran li Îtalyayê ji 1ê Tebaxa 2021ê heta 31ê Tîrmeha 2022an 125 jin kuştine.
Ev tê wê wateyê ku ji her sê rojan rojekê jinekê kuştiye.
Ev daneyanan dide nişandan ku rêjeya kuştina jinan li gorî heman serdema sala par ku mêran 108 jin kuştibûn ji sedî 16 zêde bûye.
Li gorî The Guardianê ji kuştina 125 jinan jê 108 "di çarçoveya malbatî de" pêk hatine. Faîlê kuştina 68 jinan hevjîn, hevjînê berê, destgirt an jî destgirtê berê yê jinan bûye.
Li Tirkiyeyê rewş çawa ye?
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; mêran di meha Tîrmeha 2022an de bi kêmanî 28 jin û zarokekî kuştine.
Her weha di heft mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 191 jin kuştine, tacîz li 89 jinan kiriye, 163 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 20 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 363 jin neçarî karkeriya seksê kiriye, tundkarî bi kêmanî li 455 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di heft mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 119 jinan gotiye ku "bigûman e". Mêran di van heft mehan de bi kêmanî 23 zarok kuştine.
Li gorî daneyên rojanê yên ku bianetê di navbera 1ê Kanûna Paşiya 2021- 31ê Kanûna Pêşiya 2021an de ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine, mêran di sala 2021an de herî kêm 339 jin kuştibû.(SD/AY)