Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeke mêrên faşîst ên homofobîk ku xwe bi navê "pêxwasên taxa xwe" penase dikin, roja 21ê Tîrmehê hewl dane li Taxa Yeldegîrmeniyê êrîşî LGBTI+yan bikin.
Mêrekî êvarê, saet di 21ê de gef li çar lûbûnyayan xwariye ku ber bi mala xwe ve diçûn û paşê jî bi boriyeke avê êrîşî wan kiriye. Derb li lûbûnyayan dane.
Lûbûnyayên niştecihên Taxa Yeldegîrmeniyê ne, roja 22yê Tîrmehê xwestine li dijî êrîşê civîneke çapemeniyê sez bikin. Lê polîsan ew dorpêç kiriye.
Endamên çeteyê yên li paş polîsan bicih bûne, gef li lûbûnyayan xwarine û heqaret li wan kirine.
Lûbûnyayan derbarê van êrîş û gefxwarinan daxuyaniyek weşandiye, gotiye ku “Têkoşîna me wê bi ser çeteyan jî, desthilatdaran jî bikeve, em ê azad bibin."
Beşek ji daxuyaniya lûbûnyayan wiha ye:
"Gelekî aşkere ye ku bê ka ev mexlûq, çeteyên ku ev mexlûq endamên wê ne û niştecihên taxê yên çav û guhên xwe digirin piştgiriyê ji ku distînin. Li holê ye ku bê ka desthilat li Esat Eryamanê, li kolana Bayramê û li her derê bi hêrseke çawa êrîşî jîngehên me dike. Nefreta ku her derê vê desthilata peymana Stenbolê betal kiriye, şer li djî hebûna jin û LGBTI+yan vekiriye, faîlên me diparêze, li kesên çetecîtiya vê taxê dikin jî dixe, ev hêza ku ji vir distînin, nefreta wan zêde dike; li şûna ku jiyana xwe dewam bikin, êrîşî me dikin.
"Lê em weke xwene, li vir in, naçin ti derê. Me jiyana xwe ji kesî/ê nestendiye, em ê nedin kesî/ê. Kesî/ê nekarî îbneyan tune bikin lê em her roj bêhtir bi zelalî dibînin ku bê ka ev faşîst di nava rûpelên kirêt ên dîrokê de çawa şerpeze dibin. Dema kesên doza mafên xwe dikin, wekheviyê dixwazin, jin û LGBTI+ bibin yek, wê her carê biser bikevin, lê wê ev di nava nefreta xwe de bifetisin." (EMK/FD)