Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çalakiyên Hefteya 30ê ya Rûmetê yên LGBTI+yan li Stenbolê, bi biryarên qaymeqamiyan qedexe bûne.
Beriya bernameyan, polîsên Midûriyeta Beşa Ewlehiyê yên Emniyeta Stenbolê çûne wan cihan ku wê li wir bernameyên Hefteya Rûmetê pêk bihatana. Her çend polîsan ji bo çûna xwe gotine "serdanên rûtîn in" lê xwestine zanyariyan derbarê bernameyan de bidest bixin.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Kaos GLyê weşiyaye, paşê dîsa çûne van cihan û biryara Qaymeqamiya Beyoglûyê ji wan re ragihandine. Biryara Qaymeqamiya Beyoglûyê li ser malpera fermî ya qaymeqamiyê nehatiye weşandin lê li Kadikoyê, qaymeqamiyê biryara qedexekirina bernameyan li ser malperê weşandiye.
Qaymeqamiyê di biryara xwe de gotiye:
“Rerbarê bûyerên ihtimal e ku li nav sînorên rêveberiya me de pêk werin xebat hatine kirin, di encamê de ew zanyarî hatine bidestxistin ku wê 21.06.2022 (Sêşemê) û 23.06.2022 (Pêncşemê) bi navê “Hefteya 30ê ya Rûmetê ya LGBTI+yan ya Stenbolê" civîn, civîna çapemeniyê, meş, belavkirina belavokan û hin tiştên din li dar bikevin.
“Ji bo ku di nava sînorên navçeya me de aramî, ewlehî û xweşî bê parastin û pêşiyê li sûcan bigirin; Qaymeqamiya me li gorî Xala 17ê ya Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandan a hejmar 2911ê û Xala 32/çyê ya Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442ê biryar girtiye ku çalakiyên tên xwestin li cihên servekirî û sergirtî yên li nav sînorên rêveberiya me bên kirin, ji 21.06.2022, saet 00.01ê heta 27.06.2022, saet 23.59ê ango ji bo 7 (heft) rojan QEDEXE KIRIYE."
Ji bo çalakiya lînçkirinê qedexe nîne
Digel vê rewşê, komeke bi navê Tevgera Parastina Îslamê (Müdafaa-i İslam Hareketi) banga çalakiyê li Taksîmê kiriye lê ev çalakî nehatiye qedexekirin. Koma navborî beriya niha li zanîngehên Çanakkale, Dîlok û Stenbolê LGBTI+ kiribûn armanc û li dijî Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê banga lînçkirinê kirine.
Tevgera Parastina Îslamê di banga xwe de gotiye ew ê 26ê Hezîranê roja Yekşemê saet di 14.53 deqîqeyan de li Taksîmê çalakiyekê li dar bixin. Komê di banga xwe de gotiye, "Em ê rê nedin rêderketinê" û gefa mirinê xwarine. (EMK/FD)